Civak

100 çekdarên PKK tevlî Pêşmerge bûn

Çîgirê Fermandarê Şingalê Emîd Simê Boselî eşkere dike ku piştî herdû bûyerên Xanesorê çekdarên YBŞê bi berdewamî cuda dibin û pêwendiyê bi Hêzên Pêşmerge ve dikin, ku tenê di nava van herdu rojên borî de 100 çekdarên wan tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.Piştî bûyerên Xanesorê, ku PKK bela xwe firot Hêzên Pêşmerge, niha rûyê rastî yê PKKê ji Kurdên Êzdî re eşkere bûye û ji wan re derketiye ku PKK dixwaze ziyanê bighîne Êzdiyan û devera Şingalê jî avedan nebe, lewma jî Kurdên Êzdî roj bi roj dest ji wan berdidin û vedigerin nava Hêzên Pêşmerge.Derbarê vê pirsê de, Emîd Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî bûyerên Xanesorê rûyê rastî yê PKKê ji çekdarên PKKê yên di nava PKKê de eşkere bû, lewma jî niha dest ji wan berdidin û tên tevlî Hêzên Pêşmerge dibin.”Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Ji bo pêşwaziya li wan çekdaran, komîteyek hatiye pêkanîn û dema ku ew tên formek ji wan re tê amadekirin û ew dibin Pêşmerge û dê mûçeyê xwe werbigirin.”Boselî wiha domand: “Tenê di nava van 2 -3 rojan de zêdetirî 100 çekdarên YBŞê formên xwe dagirtine û bûne Pêşmerge, herwiha hatina wan jî berdewam dike.” 

Back to top button