ÎrojRojev

16-ê Adarê 1988 Helebçe

16-ê Adarê 1988 balefirên rejima faşîst a bees bombên kîmyawî , jehir li ser bajarê Halebçe barandin. Li Helebçê jin, zarok, kal şehîd ketin penç hezar can şehîd bûn bi zêdeyî deh hezaran birîndar bûn.

Helebçe ji hole hate rakirin bajarek bi temamî xirab bû.Helebçê Şehîd bû. Helebçe birînek mezin di dilê Kurdistanê de vekir. Helebçê tawanek li dijê neteweyê kurd bû, dijê mirovatiyê bû. Îro jî heja birînên Helebçe nehatine kewandin.

Kujerên Helebça şehîd li himber dîrokê mehkum bûn.Lê heta komkujiya Helebçe wek Hîroşîma di dîrokê de wek komkujiyek cihê xwe negire birînên Helebçe sax nabe.Helebçe di dilê her kurdekî de zindî ye.

Rojevakurd

Back to top button