2 Komar 3 Serok û 1 Al
Pêşewa Qazî Mihemed li Komara Kurdistana Mahabadê de Ala Rengîn bi azadî ji bo serxwebûnê bilind kir. Di heman demê de dayîkek Kurdperwer di bin sîbera Ala Rengîn ya Pîroz de namzetek ji bo parastina Ala pîroz û ji bo rêberiya doza serxwebûna gelê Kurdistanê tanî dinê. Ew nîşan û ew mizginî kûrê M. Mustafa Barzanîyê nemir Mesûd M. Barzanî bu.Piştî xiyaneta derve û hindir deriyê rûpela zêrîn ya Komara Mahabada birumet ji bo demekê bi kûl û keseran hate girtin.Beriya ku serokkomara Mahabadê pêşewa Qazî Mihemed xwe qûrbanî doza Kurd û Kurdistanê bike ev Ala Rengîn, nav û hestên Pêşmergayetiyê û doza serxwebûnê ya birûmet teslîmî General M. Mustafa Barzanî dike.General M. Mustafa Barzanî li ser doza xwe û li ser soza xwe bû sembolek û bû serkeş û xwedî rêbazek. Ji ber ku ew bi terbiya, bi bawerî û bi mêrxasiya şêx Abdulselam û şêx Ehmedê Barzanî mezin bibu. Bi qaremanên mîna pešewa Qazî Mihemed bibu rêvingê doza netewa xwe. Belê ew bû navê wê dozê û ew bû bavê Kurda.General M. Mustafa Barzanî li ser hemî xiyanet û şikestinan jî tu car ji serkeftina doza gelê xwe dudilî nebu û herdem bawermend û evîndarê wêlatê xwe û doza xwe bû. Ew êdî rêberek mezin jîr û zana bû lê dizanî bu ku rêya doza serxwebûna wêlatê wî jî rêyek dirêj bû û pêdivî bi demek dirêj bu. General M. Mustafa Barzanî şerînê li ber dilê xwe, nîşan û mizginiya dozê, kûrê xwe yên merxas ji xwe re kir him heval û him ji şagird.Belê ew serokê Kurd ku îroj bingeha dewletek serbixwe datîne, ew serokê ku îroj Ala Kurdistana rengîn li hemî paytexên cîhanê de bilind dike, ew serokê Kurd ku bi 70 saliya xwe de jî li eniya şer dibe moral û piştgirê Pêşmergeyên qareman him şagirt û him jî kûrê M. Mustafa Barzaniyê babê mezin qareman kûrê qaremanan Mesûd M. Barzanî ye. Ew li bin sîbera Ala Rengin li Komara Mahabada azad de hatiye dinê. Weke ku ew dibeje herdem amadeye ku canê xweyî pak dîsan di bin sîbera Ala Rengîn de bike qurbana azadî û serxwebûna wêlatê xwe.Belê ev alaya ku li Komara Kurdistan ya li Mahabadê bilind bû Peşewa Qazî Mihemed teslîmî M. Mustafa Barzaniyê nemir kir. Ew jî teslîmî serok Mesûd M. Barzani kir. Û ew Alaya pîroz îroj li Parlemena Kurdistana azad de hatiye bilind kirin.Al sembola azadî û serbilindiya neteweyek e. Îroj cenabê serok Barzanî û Ala Kurdistana rengin hew û din temam dikin. Her ciye ku ew bi hewre diçin serê me bilindtir dibe û em gav bi gav nezî serxwebûna Kurdistanê dibin. Ew li bêjna hew tên.Ez bi helkefta 38 saliya koça dawîn de M. Mustafa Barzaniyê nemir û di şexsê wî de Pêşewa Qazî Mihemed û hemî şehidên Kurdistanê bi aramî bibîrtînim û bejna xwe li ber giyana wanî pak û dilovan de ditewînim.Serok Mesûd M Barzanî mîrasa wan e. Ez ji dest û ji çavên serokê xwe maç dikim..Têbinî û balkişandin; Kek Mesrûr jî him şagird, him hêval û him jî ji xwîyna wê rêbazê ye..!Çeto Omerî