Îroj

24’ê Sermawez

24ê SermawezDi sala 1976’an û di rojekê wek îroyê de û seat di  12:22’ê  de li bajarê Wanê erdhejekî bi mezinahiya 7.5 pêk hat û di encamê erdhejê de 3840 kes jiyana xwe ji dest dan.Erdhej li navenda navçeyê Wanê ya Bêgir û li gundê Bazîdaxayê qewimiye. Di erdhejê de 3840 kes jiyana xwe ji dest dan û 9232 avahî jî xirab bûn. Ji  xeynî erdhejê gelek kes ji serma jî mirine ji ber ku roja erdhejê sermahiya hewayê di bin sifirê -17 derece bûbû. Ji ber berf û baran jî xebatên alîkarî jî dereng man.Erdhêj seat di 12:22’an de pêk hat. Erdhej pirtir li gundê Bazîdaxa û navçeyên wekê Erdîş û li Qelqeliyê bû sedama windahiyan bi hezaran can û mal. Erdhêj li derûdora navçeyên Agirî yên Giyadîn û Avkevirê jî bibandor bû.Erdheja Wanê piştî Erdheja Erzîngiyanê  (bi mezinahiya 7.9 û di sala 1939’an de qewimiye) erdhejê herî mezin ya Bakurê Kurdistanê ye. Erdheja Wanê yek ji mezintirîn erdhejên bakurê Kurdistanê ye û bi mezinahiya 7.5 bû. Piştî erdhejê bi hezaran Kurd bê xanî û bê mal man.

Back to top button