Nivîsar

Şanazîya Kurdan

Bi êrîşê daîşê welatê me rojên asteng û bi xwîn buhartin, bi hezaran şehîd u mal wêranî, bi hezaran keç u jin kete destê dijminan.Kobanê li ber ketinê bû !…Şervanê Kurda da u delingê xwe hilkir, rêzdar Mesud Berzanî, Awrupa, Amerika u Tirkiye razîkir ku peşmerge derbasî Kobanê bibe, roja derbasbûyîna pêşmerga dê u weledê xwe avêtibû ew roja dirokî bibîne u bijî li kolana bû.Amerîka û Awrupa bi çekên giran û bibombe barana ji asîmana bû alikar û Kobanê dilê dijmin rehet nekir.  Şervanê PYD ê, şervanê Pêşmerga, Jin û Kalemêrê Kobanê li dijî daîşê şerekî giran kir, li kobanê kevir li ser kevir nema, bi hezaran şehîd dan, koçber bûn.bibedelê giran.Xwîna Kurdan li wur bihevre rijîya, çi pêşmrge, çi ypg, çi miletê sivîl hemu Kurd bûn û namûs li erdê bu, ketibun heyra xilaskirina axa xwe.   Lê Kobanê neket û dilê dijmin rehet nekir. Cîhanê qal û behsa Kurda kir, û piştgirî da Kurda, Diplomasîyê bi dewletanre dest pêkir.Kek Mesut Berzanî u heyeta xwe Dewletbidewlet li mafê Kurda yî rewa, serxwebûnê digere, serokê dewletan jî bi rêzdarî u bi coş wan pêşwazî dikin û piştgirîya serxwebûnê, sozê giring didin ,Cîhan bi tîpê zêrîn dirokê dinivîsê û dilê milletê Kurd xweş û geş dike.Şahnazî u serbilinda ya Kurdaye.!! Li Kurdistanê hin nanokokî yên siyesasetê çê dibin wek nelihevkirin û belavbûnê çi partî, sazî, rêxistin û komele, lê di esasê xwe de miletê Kurd ne razîye ji vê rewşê gazina dikin.dixwazin ku dengê wan here siyasetmdaran û van rojên zêrîn bihevre biyekgirtinê şad û bextewar bibin.ZÎNÊ..

Back to top button