Polîtîk

Serokê parlementoyê bealiya xwe ji dest daye

Frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê ragehand ku, hewldanên Serokê Parlementoya Kurdistanê bo lihev civandina komîteya yasayî bêyî amadebûna serok û endamên komîteyên ji aliyê PDK ve, nîşana wê yekê ye ku serokê parlementoyê bi awayekî hizbayetî kar dike.Di konferensekî rojnamevanî de, berdevkê frakesyona PDK Mihemed Elî îro Çarşemê ragehand ku, tevî ku rewşa neha ya Herêma Kurdistanê wiha dixwaze ku aliyln siyasî neçar bin zêdetir parêzgariyê li yekrêzî û yekgirtina gel bikin, lê mixabin hewla serokê parlementoyê dûrketin ji lihevkirinê bû, herwiha hewldanek bû bo ku saziyeke fermî ya Herêma Kurdistanê bê rewatî bimîne.Li gor peyrewa navxweyî ya Parlementoya Kurdistanê, bo civadnina her komîteyekê, pêwîste serokê parlementoyê bi rêya serokê komîteya peywendîdar ve endaman vexwîne civînekê, lê serokê parlementoyê endamên komîteya yasayî bêyî agehdariya serokê wê lihev civandin.Parlementerên PDK û pêkhateya Tirkmenî jî civîn boykut kirine.Mihemd Elî da zanîn jî ku, civîna îro ya komîteya yasayî, peyrewa navxwe binpêkiriye û pêngaveke dine ber bi nemana rêkeftina siyasî ya di navbera aliyan de, tevî têkdana lihevkirina niştimanî. 

Back to top button