Hevpeyvîn

Şer zirarê dide Kurdistanê, dide doza azadÎyê

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelik di derbarê rewşa îro li Bakurê Kurdistanê dest dayî bersiva pirsên Rojevakurd dide. Ozçelik behsa şerê li Bakur heyî dike û dibêje:Şer zirarê dide Kurdistanê, dide doza azadîyê Rojevakurd: Gelo ev şerê li Bakur ji nûve destpêkirî, çerê çîye û şerê kiye?Mustafa Ozçelik: Ya aşkere ew e ku ev şer ne şerê Kurda ye. Helbete ku helwesta serokkomar Erdoganî ya tûnd, ya li dijî Kurdan bi nefretê ve hûnandî sebebeke girÎng e. Lê  careke din destpêkê kirina şerî, îspat kiriye ku ‘’pêvajoya  çareserÎyê’’  mijûl kirineke bû, hetta em dikarin bêjin tîyatroyek bû. Rojevakur:Miletê Kurd feydê yan zererê ji vî şerî dibinê? çewe?Mustafa Ozçelik: Di demeke ku li bakurê Kurdistanê, gelê me bi rêjeyeke bilind partîyên dewleta Tirkîyê red kirine, li gelek bajar û bajarokan Ji %80-85 gelê me partîyên dewletê red kirine, destpê kirina şerî helbete ku gelek pirs û şikan bi xwe re tîne. Ya balkêş jî, şer her li Kurdistanê berdewam e. Wêranî her para gelê me , para welatê me ye. Bi kuştina mirovan, bi wêran kirina bajaran, bi şewitandina daristana û tehrîb kirina ekolojîjê ve , bi têkçûna aborÎyê ve, bi valabûna gund û bajarokan ve, helbette ku zerara esasî digihêje Kurdistanê û gelê Kurdistanê. Rojevakur:Di vî şerî de hun dikarin helwesta dewletê û PKKê binirxînin?Mustafa Ozçelik: Dewleta Tirkîyê, bi ordîya xwe, bi MİTê, bi polîsên xwe, bi partÎyên xwe, bi dezgehên xwe yên ragehendinê ve careke din şerekî giştî û qirêj dest pêkirîye.Ev wek tolhildanekê ye. Dewleta Tirkiyê derdê wê ne çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê bû. Digot ez çekê ji destê PKKê bistînim, mesele çareser dibe. Lê ev pêk nehat. Nuha jî rûyê dewletê yê esasî derket holê. Ev mesele ne bes meseleya Erdoganî û AKPê ye. Ew kîn û nefret bi hemû desthilatdarên Dewleta Tirkîyê re heye.Mixabin, PKK jî bi siyaseta xwe ya şaş û bi çalakîyên xwe yê xelet zerarê dide gelê me, rê ji êrîşên dewletê re xweş dike. Siyaseta  bi navê ‘’bajarên azadkirî’’, kuştina esker û polîsan , xelt e. rê vedike ku dewlet bajarên Kurdistanê birûxîne, wêran bike.Divê herdu alî jî şerrawestînin.Pirsa Kurd û Kurdistanê ne bes pirsa PKKê ye. Divê  hemû alîyên siyasî yên bakurê Kurdistanê mixatabê dewleta Tirkîyê bin. Û wek alîyê sêyem jî divê garantorên navneteweyî yên qebûlbar daxilî hevdudîtinan bibin. Bi vî şiklî divê ‘’pêvajoya çareserîyê’’ ya rastqîn destpêbibe. Rojevakur:Rola HDP di van bûyeran de wek partiyek ku 80 kursî destve anîne çîye?Mustafa Ozçelik: HDP dibêje ‘’ez partîyeke Tirkîyeyî ‘’ me. Lê mixabin ne weha ye. HDP ji Tirkan dengekê gelekî kêm stendîye.  Gelê Kurd bi ‘’deyn’’ dengê xwe daye HDPê. Lê ew jî dixwaze vî deynî, bi awayekî weha ikarbîne ku, gelê kurd bike perçeyekî siyaseta Tirkîyeyîbûnê.Dem dma hûnandina dezgehên neteweyî û Kurdistanî ye. Lê HDPê bileqsê vê tevdigere. HDP dibêje ‘’Tirkîye welatê me yê hevbeş e’’, ‘’Tirkîyê bibe cihûrÎyeteke demokratîk, dê hemû meselê çareser bibin’’, ‘’dema netew dewletan bihûrî ye’’, ‘’xelet e ku ku xweserîyên li ser esasê coxrafyaya Kurdistanê biparêzin, divê  li temama Tirkîyê xweserÎyên beledîyat û wîlayetan pêk werin’’.HDP ji alîyekî dibêje ‘’em  dezgehên dewletê qebûl nakin, em xweserîyên bajaran  îlan dikin’’, lê ji alîyekî jî dibêje ‘’emê beşdarî hikûmeta demkî ya hilbijartinê bibin’’. Êdî  tu kes nizane dê HDPê kengî ,çi biparêze. Heger bi rastî jî HDP di siyaseta ‘’xweserîya bajaran’’ de samimî be, bi vê siyasetê bawer be, bila ji Parlamentoya Tirkîyê vekişe û ‘’Parlamentoya Xweserîyê’’ îlan bike.HDP tu desthilata wê tune ye. HDP mixabin îradeyê wê ne di destê wê de ye.Ev jî  cîhê mixabinîyê ye.Divê  êdî şer rawest e. Şer zirarê dide Kurdistanê, dide doza azadÎyê. Divê bi rêyên siyasî, girseyî, demokratîk û dîplomatîk doza azadî û dewletbûna Kurdistanê bê meşandin. Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê

Back to top button