Polîtîk

Goran ku hewlê tevliheviyê û têkdanê dide

Berpirsê Şaxa 4 a PDKê li Silêmaniyê ragihand ku, Tevgera Goran dixwaze qeyrana navxwe ya partiya xwe bi navê kirîzên Kurdistanê veşêre, herwiha dixwaze bi rêya ragihandina hizbî û sêber, hîleya xwe li xelkê Silêmaniyê bike, lê ev yek ji wan re naçe serî xelkê Silêmanî pir ji wê pilanê hişyartir e.Aso Mihemed, Şaredarê Silêmaniyê, ku ser bi Tevgera Goran ve ye, ragihandiye ku, “Hemû xelkê Silêmanî di qeyranekê de bin û nikaribin bijîn, PDKê xema wan naxwe, ji ber ku mebesta PDKê ew e ku asayişa Silêmaniyê têk biçe.!”Berpirsê Şaxa 4 a PDKê li Silêmaniyê Seîd Selîm Axa derbarê wan gotinên Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e Xelkê Kurdistanê vê rastiyê zanibin ku PDKê û Goran xwedî 2 dibistanên jihev cuda ne û bingeha wan a hizrî û felsefî ji hev cuda ne, hizr û felsefeya Goran di çarçoveya lokalî û navçeyî zêdetir geşe nekiriye, lê berevajî, bingeha felsefeya PDKê her ji destpêka serhildana xwe heta niha ew bû ku her bustek ji axa Kurdistanê wek perçeyek ji axa xwe zanî û xemxurê her bustekê ji axa Kurdistanê li hemû navçeyan bûye û bi bê ferq û cudahî, lewma tiştekî normal e, eger kesekî wisa ji tevgerekî wisa li ser bingeh û felsefeya partiya xwe van gotinan li ser PDKê bêje.”Seîd Selîm Axa wiha got: “Tevgera Goran heta niha nikariye ji xewna navçegeriyê rabe, siyaset û hizr û karên wan hemû di çarçoveya navçegeriyê de bûye, lewma kadirên wan jî her di wê çarçoveyê de kar dikin, û her daxuyaniyên wisa ji wan tên çaverêkirin. Hizra PDKê hizrekî berfirehî niştimanî û giştgîr e û xwediyê hemû Kurdistanê dibîne, bi taybetî Silîmaniyê, ku PDKê wî bajêrî wek bajêrê helmet û xebat û dana qurbaiyê dibîne. PDKê û Silêmaniyê canek in di du bedenan de.”Berpirsê Şaxa 4 a PDKê li Silêmaniyê wiha domand: “Ev qeyranên ku bo Herêma Kurdistanê tên, di serî de destê Goran tê de heye, ku hewlê tevliheviyê û têkdanê dide, niha jî bi hênceta xwepêşandanan rê û cadeyan li pêşiya welatiyan digirin. Ew ji mamosteyan re dibêjin neçin dersan nedin û dest ji fêrkirina zarokan berdin. Tevgera Goran dixwaze qeyrana navxwe ya partiya xwe bi navê kirîzên Kurdistanê veşêre, herwiha dixwaze bi rêya ragihandina hizbî û sêber, hîleya xwe li xelkê Silêmaniyê bike, lê ev yek ji wan re naçe serî xelkê Silêmanî pir ji wê pilanê hişyartir e.” 

Back to top button