Cîhan

Operasyona Reqayê diaxêvin

Serokê hêzên çekdarên Amerikayê Joseph Dunford ji bo hinek hevdîtinên girîng îro giha Tirkiye. Dunford bi balefirek leşkerî gihat Balefirxaneya Incirlik a Edenê. Wek tê zanin ev balefirxane ji aliyê Amerikave ji bo armancên leşkerî tê karanîn.Dunford û serokê hêzên çekdarên Tirk Hulusi Akar li Încirlîkê civînekî dikin. Di civînê de giranî li ser operasyona Raqayê dê bête sekinandin.Tirkiye naxwaze HSD ku YPG jî di nav deye, têkil operasyona Raqayê bibe. Tirk dixwazin ew bi xwe li gel hêzên Artêşa Azad û hinek aliyên din yên opozisyonê operasyona Raqayê bikin.Lê Amerika dixwaze HSD tevlî operasyonê bibe û di vê derbarê de ew hêz amade kirine.Di vê civîna herdu serok erkanên Amerika û Tirkiye dê vê pirsê zelal bikin.

Back to top button