Hevpeyvîn

Ti xalên berçav derbareyê çareser kirina pirsa Kurd tuneye

Helwesta partiyên kurd li Bakurê Kurdistanê di derbarê referanduma ku ji bo guhertina destûrê de çêbê çîye?Ji bo bersiva vê yekê me hinek pirs ji serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek pirsîn.Serokê PSKê Mesud tek dibêje: Destura nû divê deshilatê xweciyê bi hêztir bike nek deshilatê navendi û rê li ber federalizmê xweş bike û hwd. Hevpeyvînel li gel serokê PSKê Mesud Tek:


Rojevakurd: Hun wek partî van guhertinên di destûrê de hatîn kirin çewe dibînin?Mesud Tek: Di projeya Guhertina Desturî ya qismi da, ku ji bona rapirsiya giştî hatiye pêşkeş kirinê, ti xalên berçav derbareyê çareser kirina pirsa Kurd û bi hêztir kirina proseya demokrasî li Tirkiyê nine. Destura berê, ku berhema dema kudutayê 12’ê Îlona sala 1980’î ye, weki xwe maye û Destura hanê yek bûye sedema aloztir bûna pirsên civakî û bi taybetî jî pirsa Kurd.Bi gotineka dinê, Kurd li Bakurê kurdistanê, di vê rapirsiya giştî da rû be rûye bijardeyê baş û bijardeyê xirap da nine, rû be rûyê bijardeyên xirap û xiraptir da ye.Her usa di nava Kurdan û rêxistinên Kurdistanê da li ser xirap û xiraptirê da têgihiştineka hevbeş nine. Hinek kes û aliyên siyasî destura heyî xiraptir dizanin; hinek alî jî guhartinên Destûrê yên ku ji aliyê Parlamentoyê Tirkiyê da hatiye pejirandinê…Rojevakurd: Gelo li gor we dive destûrek çewe hebê? Mesud Tek: Me bir û bawerî û peşniyarên xwe yên li ser Desturê hem bi Kurdi û him ji bi Tirkî pêşkeşê birû rayê giştî kiriye.(Binêrehttp://www.rojawelat.net/kurdistan/cozum-icin-demokratik-ve-federal-bir-anayasa-h2228.html û http://www.rojawelat.net/kurdistan/ji-bo-careseriy-makezagoneke-demokratk-federe-h2227.html)Bi gor me ji bona Tirkiyê destureka nû pêwist e neku destureka pînekiri. Divê destura nû di zirufa aşitî û demokrasiyê da û bi beşdarbûna hemu aliyên civakî ve were amade kirinê û xizmeta çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û aşitiyane bike û bibe nişana pirdengî, pirrengû û pirçandiya Tirkiyê ye.Destura nu divê hebuna Kurdan û pêkhateyên din yên dini û etnikî bipejirine û mafên wan binasine û desteber bike.Destura nû divê deshilatê xweciyê bi hêztir bike nek deshilatê navendi û rê li ber federalizmê xweş bike û hwd. Rojevakurd: Di vê referandumê de Na ji bo we tê çi watayê? Mesud tek: Hinek rêxistin û partiyan halwesta xwe eşkere kirine, ku hineka wan dibêjin “na” û hinekan wan jî dibêjin “erê”, weki Hak-PAR û OSP û HDP eşkere kirine, ku wê bibêjin “na”.Bê guman her rêxistinêk ji ber sedemên cuda cuda dibêjin “na” an ji “êre” û şirovekirina wan û diruşma wan jî ji hev cuda ne. Lê bi giştî, bir gor bir û baweriya yên ku dibêjin “na”, guhartina destûrê ji destura heyi xiraptir e û bi gor yên ku dibêjin êre” guhartina desturê ji heyî baştir e…Rojevakurd: Herweha di referandumê de Erê ji bo we tê çi wateyê? Mesud tek: Bersiva vê pirsê li jorê heye.Rojevakurd:  Helwesta we di referandumê de çiye? û ji bo çi? Mesud tek: Bi gor bir û baweriya me babeta amade kirina destureka nu ji gotina “erê” an “na” giringtir e û berfirehtir e. Ji bona vê yêkê em dixwazin rapirsiyê bikine derfetek daku bir û baweriya xwe li ser destura nu pêşkeşê bir û rayê giştî bikin û gelê xwe agadar bikin. Em her usa dixwazin rapirsi bibe derfetek ji bona hevkariya hêzên Kurdistanê Bakur. Ruwengeha me di vê babatê da usa ber fireh e.Lê, ger em biçinê ser sanduqê êmê nebêjin “erê.” Gelo emê bêjin “na” an neçine ser sundoqê, hêşta ne diyar e û me halwesta xwe destnişan nekirine. Ji ber ku em ligel hevpêymanên xwe dişewrinin û giftugoya me li ser vê babatê xilas nebûye û giftugo berdewam e.Ez hêvidar in di çend rojên ayende da emê bigihine encamek û halwesta xwe bikine yek û helwesta xwe ya hevbeş pêşkeşê birûrayê giştî bikin. 

Back to top button