Îroj

Şoreşa Gulanê berdewamiya qonaxa duyem ya Şoreşa Îlonê ye

Îro 43 salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê ye. Sala 1975-ê Şoreşa mezin ya di serokatiya Barzaniyê nemir de, li hev kirina herdu sistemên mezin yên cîhanî têkçû. Lê têkçûna Şoreşa Îlonê demî bû.

Ji salekî kêmtir Partiya Demokrata Kurdistanê qiyadek demî ava kir û roja 26.Gulanê 1976-ê cardin li çîyayê Kurdistanê bûn dengê gelê xwe û pêşmergeyên Kurdistanê ew hêviyên ku çilmisîn şîn kir ve.Sala 1975-ê Barzaniyê nemir dixwaze şer bisekinîne. Li ser vê yekêli gel serkirdeyatiya PDK-ê civînê dike û biryara sekinandina şer didin.

Lê Barzaniyê nemir civînekî li gel berpirsên hêzên pêşmergeyan dike û dixwaze di derbarê berdewam kirin yan jî sekinandina şer de dîtina wan bizanibe.

Di cîvînê de Barzanî dibêje: “ Hun pêşmergeyên qehremanin vî şerî dikin . Ez niha dixwazim bizanim ka dîtina we çîye? Em vî şerî bisekinînî n ya berdewam bikin. Barzaniyê nemir dirêjahî behsa rewşa herêmê û cîhanê dike, behsa rewşa Kurdistanê dike.Fermandarên Pêşmergeyan dibêjin Barzanî: Hun çi fermanê bidin emê wê bikin , lê em amadenê şer bikin, lê em dixwazin dîtina cenabê we di vî warî de bizanin.Barzanî dirêjahî dîtina xwe dibêje di beşek axavtina xwe de di derbarê sekinadina şer de Barzaniyê nemir dibêje: Ez fedekariya pêşmergeyan ji her tiştî çêtir dizanim. Îro rewşa siyasî hatiye guhertin, cîhan li kurdan bûye derbek. Ez jî ne Barzaniyê berê me, ez pîr bûme nexweşim. Wek berê nikarim bigerim û şer bikim. Ez niha du gavan tavêjim diwestim.Eger em şer bikin dê pêşgergeyên qehreman yên qenc piranî bêne kuştin. Hingê dê gelek zehmet be em rojek ji rojan bi hesanî serxweve werin. Lê em şer bisekinînin emê di demek kurd bikaribin cardin berevaniya miletê xwe bikin.“

Li gora vê biryara sekinandina şer tê dayîn û şoreşa Îlonê ji qonexekî derbasî konaxek din dibe. Şoreşa Gulanê dibe berdewamiya qonaxa duyem ya Şoreşa Îlona pîroz.

 

Back to top button