Civak

400 çekdarên YBŞê tevlî Pêşmerge bûn

Çekdarên PKKê hêj ji YBŞê cuda dibin û tevlî refên Hêzên Pêşmerge dibin, ku heta niha nêzîkî 400 çekdarên PKKê tevlî Hêzên Pêşmerge bûne.Roj bi roj PKK li Şingalê lawaztir dibe û cudabûna çekdarên wê berdewam dike, ji ber ku êdî rastiya PKKê naskirine û zanin ku PKK ne ji berjewendiya Şingalê re li wir e û tenê berjewendiyên welatên herêmê dikin.Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojane zêdetirî 10 çekdarên PKKê ji wan YBŞê vediqetin û tevlî Hêzên Pêşmerge dibin.”Sîteyî wiha got: “Hatina çekdarên PKKê bo nava Hêzên Pêşmerge berdewam e û li gorî amaran heta niha 400 çekdarên PKKê ku li Şingalê tevlî PKKê bibûn, cudabûne û hatine cem Hêzên Pêşmerge. Ew çekdar cuda dibin ji ber ku êdî baweriya xelkê bi wan nemaye.” 

Back to top button