CivakPolîtîk

Li dijê rêkeftina bi guman daxûyanî dan

Li himber hevhatina rejima Esad, Hizbillaha Libnanê û DAÎŞê û rêkirina çekdarên DAÎŞê li ser sinorê Iraqê û Suriye, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ne razîbûna xwe de xûyakirin.Ebadî di daxûyaniyekî de ragihand ku;di demekî de ku DAIŞ li ber mirinê ye ev rêkeftin hêzê dide wan û wan dîsa zindî dike ji ber wê jî ev rêkeftinek xelet e.Ebadî her wiha got, bicîhkirina çekdarên DAIŞê li ser sînorên Iraqê rewşa Iraqê tixe metirsiyê ji ber wê jî ew vê yekê qebûl nakin.Nûnerê taybetê serokê Amerîkayê Brett McGurk jî di daxûyaniyekî de dibêje:Pêwiste teroeistên DAÎŞê di qada şerde bêne kuştin. Ew bi bussên Suriye hatine ser sinorê Iraq û Suriye. Em nahêlin carek din ew terorist vegerin Iraqê.Serokatiya Kurdistanê jî di vê derbarê de daxûyaniye ragihand û dibêje:Ajansên nûçeyî belav kirine ku li gor rêkeftinekî bi gumanî, hêzekî zêdeyê terorîstan ji Lubnanê ve veguhestine li ser sînorê Iraqê.Anîna wan hêzan ji Lubnanê ve bo Rojhilata Sûriye û ser sînorên Iraqê cihê gumane û gelek bi cîddî çavdêrî û dûvdaçûna wê dikîn û eve bi dûbarekirine wan senaryoyê dizanîn ku li sala 2014 hate bi cîhkirin û bûye cihê êş û nehametiya Iraq û navçeyê.Li vir da radigihîn ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hemahengî û hevkariyeke tevahî li gel artêşa Iraqê dibe ji bo rûbirûbûna her eger û pêşhatek.Dr Umêd SebahPeyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê30.08.2017

Back to top button