Civak

Termê Talabani li Debaşan li axê tê spartin

Îro piştî nimêja nîvro termê  Celal Talebanî li Debaşan li axê tê spartin.Merasîma pêşwazîkirina termê Mam Celal li firîngeha navdewletî ya Silêmaniyê destpê dike û piştre termê Mam Celal wê ji bo mizgefta Mezin ya bajarê Silêmaniyê bê veguhestin daku nimij li ser bê kirin û piştre ber bi girê Debaşan ve wê bê veguhestin daku li wir bê veşartin.Tê çaverêkirin, berpirsên pile bilind yên Herêma Kurdistan û Iraq û hejmarek ji kesatiyên siyasî yên navçeyê û cîhanê di merasîmê de amade bibin.Roja 3 vê mehê polîtbîroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan bi daxuyaniyekê koça dawî ya Mam Celal ragihand, û di roja 4 mehê de jî karnameya merasîma pêşwazîkirin û veşartina termê wî ragihand.

Back to top button