CivakPolîtîk

Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê amadene ku welatê xwe biparêze

Iraq gefa li Kurdistanê dike û Heşda Şeibî milisên şîe li xwe amade dikin ku êrîçê Kerkûkê bikin. Fermandarê Hêza Quds (a Supaya Pasdaran) Qasim Sulêymanî li Iraqê ye û Heşdiyan han dide ku êrişî Kerkûkê bikin.Hêza Pêşmerge bersiv da gefên derbarê êrişkirina ser Herêma Kurdistanê de û ragihand: “Ti kes nikare pê bixe nava xaka me û çawan ku me DAIŞ şikand, em dê bi heman awayî rê li her kes û aliyan bigirin, ku bixwazin xaka me dagîr bikin.” Pêşmerge dibêje: “Em dê Kurdistanê bikin goristana dijminan.”Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek a ser bi Fermandariya Leşkerê Kurdistanê ve di daxuyaniyekê de bersiv da gefên li ser Herêma Kurdistanê.Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek de tê gotin: “Piştî wê serkevtina mezin a ku gelê Kurdistanê di proseya referandumê de tomar kir û biryar li paşeroja xwe da û bi rêjeyeke zêde dengê Belê serkevtin bi dest anî, hinek alî û kesatî dest bi gefkirina li xelk û xaka Kurdistanê kirine.”Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek a ser bi Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek ve hişyarî dide her kes û aliyekê ku gefan li gelê Kurdistanê dikin, ku dê hêzên pêşmerge dê bi tundî rûbirûyê wan bibin û gelê Kurdistanê jî piştrast dike ku kes nikare derbasî nava xaka Kurdistanê be.Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em gelê xwe piştrats dikin ku kes nikare pê bixe nava xaka me û çawan ku me mezinatiya DAIŞê şikand, em dê bi heman şêweyê rê li wna kes û aliyan jî bigirin ku bixwazin xaka me dagîr bikin.”Fermandariya Hêza Piştevaniya Yek herwiha tekez dike: “Çawan ku di wê dema dirêj de em li berdem dirindetirîn dimjinê mirovahiyê rawestiyan û me xaka xwe paqij kir, ji bo asûdebûna rihê şehîdên xwe û bicihanîna encamên referandumê, ku armanc jê serxwebûna bo Kurdistanê ye, bi vî awayî jî em dê rawestin û Kurdistanê ji bo dijminan dikin gorsitan.”

Back to top button