Hevpeyvîn

Kerkûk hate firotin û belge jî hene

Parlamenterê Kerkûkê yê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah got: “Belge di destê me de hene, ku hinek berpirsên YNKê li hember petrolê Kerkûk firotin.Parlamenterê kurd û endamê Komisyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah beşdarê bernameya Rûdawa Îro ya radyo televîzyona Rûdawê bû û derbarê rewşa Kerkûkê de agahiyên giring dan.Ebdullah tişta ku li Kerkûkê rû da ye weke “karesat” binav kir û got: “Rewşa Kerkûkê bandor li tevahiya Kurdistanê kir. Hemwelatî ji ber xwe ve nabêjin Kerkûk hatiye firotin. Kerkûk bi rastî hate firotin û belgeyên wê jî hene.”Şaxewan Ebdullah da Xuyakirin, ku beriya referandûmê jî ji bo teslîmkirina Kerkûkê plangerî hebûne û diyar kir: “Li ser hinek berpirsên YNKê guvaş hebûn, ku referandûm neyê kirin. Lê dema hate kirin jî hinek ceza bi ser wan berpirsên YNKê de sepandin. Yek ji wan cezayan jî qedexekirina firotina petrola YNKê bû. Nehiştin êdî ew berpirsên YNKê petrolê bifiroşin Îranê. Ji ber vê jî ji bo careke din bihêlin petrolê bifiroşin Îranê, qebûlkirin Kerkûkê radestê Heşda Şeibî bikin.”Plana êrîşa ser KerkûkêŞaxewan Ebdullah da zanîn, ku beriya êrîşa ser Kerkûkê Mesûd Barzanî bi Kosret Resûl û Cefer Şêx Mistefa re şêwiriye û li ser riya Kerkûk û navçeya Taze xetekê berevaniyê danîne û wiha berdewam kir:“Piştî ku Heşda Şeibî nekarî vê xetê derbas bike, Fermandarê Supaya Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî 48 demjimêr dem da YNKê ku rêyeke nû ji bo wan vekin da ku Heşda Şeibî bikeve nava Kerkûkê. Amerîkayê gotibû kîjan alî dest bi şer bike emê lê bidin. Ji lewra nedikarîn bi şer bikevin nava Kerkûkê. Ji xwe hatin xwe ceribandin û pêşmerge nehişt bikevine Kerkûkê. Lewma hêzên Fewca 2 û 3 ya ser bi Bavel Talebenî û Lahûr Şêx Cengî ji eniya Til Werd re rêyek ji bo Heşda Şeibî vekirin û ew anîne nava Kerkûkê.”Bi gotina parlamenterên kurd hejmareke kêm ya pêşmergeyan heta danê sibê jî nehiştine hêzên Iraqî nêzîkî Kerkûkê bibin lê paşî cebilxaneya wan nemaye û neçar mane vekişin. Li serve yekê hêzên Iraqê karîne derbasî nava Kerkûkê bibin.Barzanî projeya hinek berpirsên YNKê qebûl nekirParlamenterê Kerkûkê yê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah eşkere kir, ku di civîna roja 15ê Cotmehê ya herdu polîtbûroyên YNK û PDKê de hinek berpirsên YNKê projeyek pêşkeşî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine û wiha behsa wê projeyê kir:“Proje li ser hatina Heşda Şeibî ya nav Kerkûkê bû. Bê guman ne bi vî şêweyî werin û Ala Kurdistanê bînin xwarê. Lê cenabê Barzanî ev projeya dagirkirina Kerkûkê qebûl nekir. Li wir ji Barzanî re gotin temam, me li ser van 6 xalan li hev kir.”Ebdullah da xuyakirin, ku piştî civîna Dokanê hinek berpirsên YNKê hatine Kerkûkê û civiyane û got: “Li ser vê civînê nameya Ala Talebanî di destê min de ye. Ez dikarim bidim we di çapemeniyê de belav jî bikin. Ala Talebanî ji endamên partiya xwe re dibêje, ku polîtbûroyên YNK û PDKê plana teslîmkirina Kerkûkê qebûl nekirine. Lewma dibêje, ez û Lahûr Şêx Cengî û Bavel Talebanî hatine Kerkûkê me li gel berpirsên Kerkûkê civîn pêk aniye. Me di nava xwe de biryar daye em li gel hikûmeta Iraqê vê rêkeftinê pêk bînin. Herwiha dibêje dê endam û hêzên me yên çekdar li hember hêzên Iraqê nesekinin û vê tiştê weke mijara referandûmê bi germî pêşwazî nekin, me li gel Iraqê li hev kiriye.”Belgeya firotina petrola KerkûkêŞaxewan Ebdullah belgeyên di destê xwe de nîşan da û îdîa kir, ku di Sibata 2017ê de hêzên ser bi Lahûr Şêx Cengî ji bo firotina petrolê dest danîne ser kêlgehên Kerkûkê û paşî petrola wan kêlgehan bi tabnkeran firotine.Ebdullah got: “Bi hêceta ku Bexda pare wan nade dest danîne ser bîrên petrolê. Paşî bi xwe dest bi firotina petrolê kirin. Belge jî nîşan didin ku rojane bi tankeran, bêyî mohr û destûr, bi rêya şîrketa Qeywan petrol firotine. Her roj heta 100 tanker petrol firotine. Dahata vê petrolê rojane 750 hezar dolar heta milyonek dolar e. Rêkeftina wan jî ji bo firotina vê petrolê ye. Wate di oxira petrolê de Kerkûk û Ala Kurdistanê hate firotin.”Derbarê petrola kêlgehên Bay Hesen û Hawana de Ebdullah ev pirs kir: “Bi data diyare, ku dahata petrola Bay Hesen û Hawana didin meaşên karmendên Kurdistanê. Başe dahata vê petrola ku bi tankeran difiroşin ji bo kî diçe, didin kî?”Parlamenterê kurd di berdewama axaftina xwe de got, ku ew kesên ku li gel hikûmeta Bexdayê rêkeftine niha li Kerkûkê ne û wiha berdewam kir:“Tişta ku eşkere dike kontrolkirina Kerkûkê plangeriyeke mezin bû, teqandina baregaha asayîşa PDKê bû. Ev 10 sal in ez li wê baregahê kar dikim. Me li wir xelkê Kerkûkê diparast. Îro ew baregah teqandin.”“Li Kerkûkê dê kurdan qir bikin”Şaxewan Ebdullah ev yek jî eşkere kir, ku li Kerkûkê 2 endamên asayîşa PDKê hatine kuştin û bi tankan bi ser canê wan re derbas bûne.Ebdullah got: “Mixabin îro Kerkûk hate dagirkirin û Ala Kurdistanê anîne xwarê. Ew berpirs çawa şerm nakin di vê rewşê de nav Kerkûkê rûniştine. Niha dengê xwe nakin lê çend rojên din piştî dinya aram bû vêca dê kurdan bikujin, dest bi komkujiyê û qirkirina kurdan bikin. Niha ji ber medya cîhanî deng nakin. Reva gel ji Kerkûkê diyar dike, ku Kerkûkiyan dengê xwe dane serxwebûna Kurdistanê.”Bi gotina Şaxewan Ebdullah tenê rastiyek heye, ku ew jî Supaya Pasdaran bi pêşengiya Heşda Şeibî hatiye nav Kerkûkê û bajar kontrol kiriye. Herwiha Qasim Silêmanî jî hatiye Kerkûkê.Derbarê helwesta hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de Ebdullah diyar kir: “Tenê hevpeymanan tiştek kirin. Nehiştin firokeyên Iraqê werin ser Kerkûkê. Ji xwe ji bejahiyê ve hatibûn. Ez bawer dikim, ku dê rojek ji rojan Kerkûk were rizgarkirin û careke din rûmet vegere vî bajarî.”Rûdaw

Back to top button