Civak

Ala Kurdistanê anîbû xwar

Malperekî Iraqî daye xûyakirin ku, ew efserê ku, roja çûna hêzên Iraqê li nava Kerkûkê alaya Iraqê li pêşiya encûmena parêzgeha Kerkûkê bilindkir li Bexda hate kuştin.Roja Duşemê 27.11.2017 çavkaniyekê ewlehiyê li bajarê Bexda kuştina Neqîb Ehmed Cerah li pêşiya mala wî ragehand ku, li gor malpera Bexdad News ew efser ewê ku, alaya Iraqê li pêşiya baregeha encûmena parêzgeha Kerkûkê bilindkirbû.Li gor heman çavkaniyê ji malperê aşkere kirî hin çekdarên nenas bi motorsikletê li ber mala Neqîb Ehmed Cerah a li bajarê Bexdayê li navçeya Horiye bi çekan teqe lê kirine û kuştine.herwiha çavkaniyê tekez kir ku, di êrişê de Neqîb Ehmed Cerah bi giranî birîndar bûye û piştî ku ew rakirine nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest daye.Herwiha li gor zanyariyên malperê ew çekdar ber bi ciheke nediyar ve çûne. Bas

Back to top button