CivakPolîtîk

Heşda Şeibî hinek navçeyan vale dike

Çekdarên Heşda Şeibî li rojavayê Dicle, çend navçeyan vala dikin, ku piştî 16ê Cotmeha 2017an li wan bicî bibûn, xelkê navçeyê bitirs in ku DAIŞ li wan deveran vegere, lewra daxwaz dikin, di zûtirîn dem de hêzên Pêşmerge li wan navçeyan belav bibin.Piştî 16 Cotmeha 2017an, Heşdî Şeibî beşek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê dagîr kir, yek ji wan jî rojavayê Dicle ye, lê ev bûn çend roj, çekdarên Heşdê ji wê navçeyê vedikişin.Rêvebirê bajarokê Sinûnê (Nayif Seydo) ji Kurdistan24ê re got: Çekdarên DAIŞê gellekî nêzîkî sînorên navçeyên me be û bi çavan tên dîtin, bi vekişyana çekdarên Heşdê ji navçeyê, tirs li cem xelkê çêbûye. Berî niha hêzên zêrevanî li vir bûn, xelk bi şev û roj di ewlehiyê de bûn, Artêşa Iraq jî li ser sînor bû, vê yekê jî heya radeyekê sînor parastibû.Ji aliyê xwe ve, serokê Civata Qeza Şingalê (Weys Nayif Bedel) got: Em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dixwazin, bi hevrêzî li gel Amerîka navçeyên me biparêzin, daku rastî fermaneke din neyê, pêwîst e di zûtirîn dem de hêzên hevbeş li navçeya me belav bibin.Herwiha êlên Ereb li wan navçeyan, daxwaz dikin ku hêzên Pêşmerge vegerin û parastina wan deveran bikin.Peyvdarê êlên Ereb li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê (Muzahim Hiwêt) ji Kurdistan24ê re got: Em wek êlên Ereb, daxwaz dikin ku hêzên Pêşmerge li navçeyê vegerin, ji ber ku tenê Pêşmerge karin zora DAIŞê bibin, em daxwaz dikin ew cihên ji çekdarên Heşdê vala bûne, Pêşmerge li wan bên belavkirin daku navçeyê biparêzin.

Back to top button