Polîtîk

Serok pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û Serokê Rabîteyên(Tevgerê) Îslamî yê Kurd û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Serok û Endamên Desteya Kargêrî ya Rabîteya Îslamî Kurd.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê û rûdanên piştî referandûmê guftûgo kirin û tekez jî li rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û retkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.Her li vê civînê da her dû alî di derbarê hilbijartinên meha Eylûla pêş de û pêwîstiya karkirin û danîna bernameyeke bi hêz ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyan û guzeraniya hemwelatiyan de danustandina bîr û ramanan kirin. 
Back to top button