Nivîsar

71 salên rûmetê li gelê kurdistanê pîroz be

Di 1946 de li Mahabadê bingeha PDK tê avêtin û Partiya Dimoqrata Kurdistanê ya bașûr 15 Tebaxa 1946 de tê damezirandin. Di heman rojê de jî serokê dilsoz û Kurdistan perwer birêz Mesûd M. Barzanî ji dayîkek bindest, li welatek bindest weke zarokek Kurd û Kurdistaniyek bindest tê dinyayê û çavên xwe li jiyana bindest de vedike.

Lê li ser hatina vê bindestiya qambax cardin jî cûdahiyek wî zarokê bindest ji zarokên din û hin taybentmendiyên wî ji zarokên ku ji wî rojî de çêbûne hebû ji ber ku Ew kûrê M. Mistefa barzaniyê nemir bû û ew nikarîbû weke zarokên din jiyanek normal di nava yarî û lîstîkên di nava cîhana zarokan de bijî ya. Ji ber ku gava demsalên wî bi gokê dilîstîn û zaroktiyên xwe dijiyan ev çek li mil li gel bavê xwe li gel Mistefa Barzaniyê nemir li ser rêbaza wî doza azadiya welatek û neteweyek bindest dikir.

Ew beriya her tiştî li gel Mistefa Barzaniyê nemir hevalek bû, şagirtek bû, pêşmergeyek bû û piştre jî kûrê wî yê qehremanê mezin û nemir bû. Ew ji teref M. Mistefa Barzaniyê nemir ve bi erkên netewî, bi berpirsiyarî û bi baweriya azadî û serxwebûna Kurdistanê hate perwerde kirin. Jiyana wî di nava şoreşa Kurdistanê de, di nava şerê azadiya welatê wî de û di nava medreseya bîrdoziya Pêşmergeyatiyê de hate qemirandin.Ew şikestinan dît lê di nava şikestinan de dengê bavê wî dihate guhên wî û digot.; Mêrxasên mino di şikestinan de bêhêvî nebin, ka de rabin li ser xwe û wan bêhêvî yên xwe bikin moral û hêviyên pêşerojê. Ji ber ku her carê ku hûn rabin li ser pîyan hûnê qûdûm û çongên metînkaran bişkînin. Ew carek din bi hêvî û bi baweriyek mezin radibû li ser pîyan û weke şêrek, şerwanek qehraman ya rêbaza Barzaniyê nemir pêşengiya doza azadiya gelê xwe dikir.

Ew di mekteba Kurdîniyê ya herî kûr de, Ew di armanca dozekî ya herî dûr de û ew di nava şoreşek herî zor û zexmet de herdem li pêşiya hêvalên xwe, li pêşiya şerwanên xwe û li pêşiya gelê xwe de bûye rêberek ya mîsal û emsalê. Ew mirovek dilsoz, mirovek mûtevazî, mirovek dilpak û Kurdistanîyek bêhempa ye.

Ew bi wan wesfên xwe yên bêhempatî di dilê gelê Kurdistanê de ciyê xwe çêkir û ji hezkirinan ji xwe re xêlînek ya rûmetê avakir

Birêz Mesûd Mistefa Barzanî di axaftinekî xwe de dibêje; Ez xwe weke şagirtekî ya dibistanek miqaddes dibînim.Ez ji Şêx Evdiselam Barzaniyê nemir ji bo yekîtî û serxwebûnê çanda bedel dayînê fêrbûm. Ji Şêx Ehmed Barzaniyê nemir fêrbûm ku ol beriya her tiştî exlaqe û bawerî ji zincîr û bendan jî qayîmtir e.Ez dîsan ji bavê xwe M. Mistefa Barzaniyê nemir fêrî Pêşmergeyatiyê û jiyana fêdabûnê fêrbûm.

Piştî ku başûrê wêlatê me azad bû û roj bi roj ber bi dewletbûnê we gav davêje ew ji bo Kurdistanê serkeftineke û di nava evqas serkeftinan de serok Barzanî bi jiyana xwe ya mûtevazî ji her Kurdekî re bû mînakek û serbilindiyek. Ji ber ku bavê wî/me gotibû; Di serkeftinan de ji ser xwe neçin.

Êdî navê wî sînoran derbas kiriye. .Ew bi cilên xwe yên Pêşmergayetî buye rengê me, Ew bi zimanê Kurdî bûye dengê me, Ew bi daxwaza serxwebûna Kurdistanê û bi sekinandina xwe yên Kurdistanî buye îrada me. Ew temsîla me Kurdan e. Belê serokê me Mesûd Mistefa Barzanî bi ked û xebata xwe, bi dilsoziya xwe, û bi fîdekariya xwe îro bûye serokê hemî Kurdên welat perwer. Ew li gel navê xwe doza Kurdistanê mezin kir. Ew li gel serokatiya xwe Partiya xwe mezin kir. Ew li gel xwe rûmeta me Kurdan bilind kir.

Ew serokê me ye ji ber ku Ew dibêje; Heta ku ez saxbim û heta ku derfeta min hebe Ez êdî naxêlim ku xwiyna Kurd ji destê Kurd were rijandin.

Ew serokê me ye ji ber ku Ew dibêje; Îradeya gelê Kurd li ser rûyê hemî xwest û îradeyek e. Doza gelê Kurdistanê rewaye û hêyajî giranbihatirîn deskeft e. Ji ber ku li rêya azadiyê da qurbaniyeke bê hêjmar da ye.

Ew serokê me ye ji ber ku Ew dibêje; Yên ku welatê me perçe kirin ji me ne pirsîn, gava ku em jî welatê xwe ava bikin helbet ji wan napirsin.

Ew serokê me ye ji ber ku Ew dibêje; Ew şerê me yên dawiye yan em dê hemî bimrin yan jî emê dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava bikin.Dîsan dibêje; Yan em li wî welatî bihevre bi azadî bijîn yan jî em hemî bi hevre birûmetî bimrin.

Belê îroj ango 16 tebaxê him rojbûna serokê me birêz Mesûd Mistefa Barzanî ye û him jî 71 saliya demezrandina Partiya me PDK ye. 71 saliya kar û xebatên rûmetê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pîroz be.

Ey berzî Berzan rojbûna te pîroz be.Çeto Omerî16.08.2016

.

Back to top button