CîhanCivak

Aboriya Kurdistanê pêş dikeve

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê li Dihokê Eyad Hesen Ebdulkerîm ragihand ku êdî aboriya Herêma Kurdistanê pêş dikeve. Herwiha dibêje, dê 3 deriyên din ên sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bên vekirin.Eyad Hesen Ebdulkerîm ji Ajansa Anadolu re ragihand: “Di hevrikiya bazirganî û bihêzkirina pêwendiyên aborî ligel Herêma Kurdistanê, êdî Tirkiye bi riya şîrketên xwe li pêşiya welatên Ewropa û Amerîka ketiye ku niha zêdetirî % 90 ji şîrketên bazirganî û pîşezasiyê yên Tikriyê li Herêma Kurdistanê ne.”Ebdulkerîm wiha got: “Di bernameya Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye ku pêwendiyên xwe pên aborî û bazirganî pêş bixin û jibilî deriyê Îbrahîm Xelîl û deriyê Serzêr, 3 deriyên din ên sînorî vekin, ku ev yek jî dê bibe sedema pêşketin û bilindbûna asta bazirganiyê.”Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê li Dihokê wiha domand: “Herêma Kurdistanê û Tirkiye tevî hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî, lê herdu aliyan ew pirsgirêk li pişt xwe hiştine û pêwendiyên wan ên bazirganî lawaz nebûne. Herwiha tê pêşbînîkirin ku piştî rizgarkirina Mûsilê jî aboriya Herêma Kuridstanê pêş bikeve, ji ber ku dê asta bazirganiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de pir bilind bibe.”Eyad Hesen Ebdulkerîm ragihand: “%90 ji şîrketên ku li parêzgeha Dihokê kar dikin, şîrketên Tirkiyê ne, ji ber ku herkes ji karê wan razî ye, herwiha ligel nemana DAIŞê dê tevgera bazirganê ya wam şîrketan pir zêde bibe û dê dîsa karekî mezin bikin.”Ebdulrehman bi navê 8 hezar bazirganên Dihokê daxwaz ji Tirkiyê kir ku asankariyan bike di mijara dana vîzaya welatê xwe de, ji ber ku ew yek dê bibe sedema pêşxistina aboriya herdu aliyan.

Back to top button