Polîtîk

Agahadarîya Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ji gelê me re

Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê di roja 2yê Gulana 2018an de ,  bi civîneke çapemenîyê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ji raya giştî re îlan kiribû.Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, li gorî wan prensîpên sîyasî yên ku ji raya giştî re hatibûn aşkere kirin, ji bo pêkanîna tifaqeke berfirehtir, li gel HUDAPAR û HDPyê hinek hevdîtin pêk anîn. Lê mixabin di encamê de ev hewlen Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan negihîşte wê encameke erênî.Ev hewlên Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan yên ji bo tifaqeke berfirehtir , di nav gelê me de heyecan û sînerjîyeke germ û xurt belav kir. Gelê me piştgirîyeke mezin da vê hewla ku, dê gelê me li ser nasnameya xwe ya netewî bibe  weke alîyekî.HUDAPARê heta îro jî tu bersîvek nedaye wê nameya  Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya ku li ser esasê prensîpên sîyasî pêk hatibû. HDP û  Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li ser deklerayoneke ji 6 xalan pêk hatî li hev kiribûn. Lê HDPyê Danezanên (Bîldîrge) Rêzdar Selahattin Demîrtaş û HDPyê , bêyî ku van 6 xalan tê de bicîh bike, di 14yê Gulanê de ji raya giştî re aşkere kirin. Ev helwesta Navenda Giştî ya HDPyê,  tune hasibadina hevdîtinên ji bo tifaqe û wê deklerasyona 6 xalî bû. Ev helwesta bû sebep ku, hewla Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan  li gel HDPyê negihêje encameke erênî.Em weke Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK, bi wê hêz û pêştgirîya ku gelê me daye vê hewla me ya tifaqa hilbijartinê; em dê  vê tifaqa xwe ji bo hilbijartinên beledîyeyan yên ku  di sala 2019an de dê li  dar bikeve jî  berdewam bikin. Herweha ev tifaqa me, ji bo tifaqeke netewî û demokratîk ya mayînde jî dê bibe bingeheke esasî .Em dê di demên pêş de jî vê tifaqa xwe berdewam bikin. Bi vê hişmendîyê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan biryar da ku , di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de her parti û hereketeke di nav  Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de ye dê di helwesta xwe de azad be.Bi rêzdarî em  gelê xwe agahdar dikin.11.06.2018Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan (Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK)

Back to top button