CivakPolîtîk

Agahdariyên herî dawî di derbarê şerê Kekûkê de

Heta niha jî li sînorê başûrê Kerkûkê di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî de şer û pevçûn berdewam dikin. Ji ber vê yekê riya sereke ya Bexda û Kerkûkê ji hatinçûnê re hatiye girtin.Ev çend roj e Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hêzên xwe anîbûne başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina bajêr û navçeyên wî didan. Demjimêr 11.30ê şeva derbasbûyî 15-10-2017, hêzên Heşda Şeibî ji çend eniyan ve êrîşê ser çeperên pêşmerge kirin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Heşda Şeibî bi çekên amerîkî êrîşê pêşmerge dikin.Hêzên Iraqê raste rast bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest bi vê êrîşê kirine û dixwazin pêşmerge bajarê Kerkûkê radestê wan bikin.Îro danê sibê (16-10-2017), li Navçeya Pîşesazî ya Kerkûkê şerekî giran derket û di encamê de 12 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û 7 otomobîlên serbazî yên vê hêzê jî hatine teqandin.Piştî destpêkirina êrîşên hêzên Iraqê, beşek ji pêşmergeyên YNKê bi fermana Bavil Talebanî çeperên xwe yên li navçeya Taze û eniya Meryem Beg, Til Werdê û Mekteb Xalîd bicîh hiştin û paşde vekişiyan.Beşek ji wan pêşmergeyan ji Rûdawê re gotin: “Xiyanet hatiye kirin û navçe firotine.”Piştî van bûyeren gelê Kerkûkê bi awayeke xwebexş daketine kolanan û bi çekên xwe xwestin pêşiya wan pêşmergeyan bigrin, ku paşde vedikan.Hêzên pêşmerge gihiştin KerkûkêBo piştevanî û girtina cihê wan hêzên ku vekişîne, zêdetir ji du lîwayên pêşmerge bi tevahiya pêwîstiyên serbazî ber bi sînorê Kerkûkê ve hatin birêkirin.Cîgirê Fermandeyê Pêşmergeyê Zêrevanî, Seyid Hejar ji Rûdawê re ragihand: “Îro duşemî 16-10-2017 zêdetir ji du lîwayên pêşmerge ku ji supayên 4 û 5 ên pêşmerge û beşek ji supayên 1, 2 û 3 ên Pêşmergeyê Zêrevanî pêk tên, bi hemû pêdawîstiyên şer ve ber bi sînorê Kerkûkê hatin şandin.”Seyid Hejar got: “Hemû ew hêzên ku ber bi Kerkûkê ve çûne, tevahiya pêdawîstiyan bi wan re ye û tekez kir: Hêzên Yedek (ihtiyat) û hêzên navçeyên din jî li cihê xwe ne.”Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji Rûdawê re ragihand, berpirsên Wezareta Pêşmerge li bajarê Hewlêrê li gel Hêzên Hevpeymanan di civînê de ne.Helgurd Hikmet derbarê rewşa Kerkûkê de jî got, ku wezaretê hêzên zêdetir bo Kerkûkê hatine şandin.Encûmena Asayîşê: Emê berjewendiyên gelê kurd biparêzinEncumena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Kerkûkê û êrişa hêzên Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Hêzên pêşmerge 5 otomobîlên serbazî yên Heşda Şeibî yên ji curê Hummer teqandin û têkbirin.”Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Demjimêr 23:30ê şeva bihorî hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, ber bi navçeya Taze Xurmato li başûrê Kerkûkê bi armanca destdanîna li ser serbazgeha Fewca Yek a Hêza Pêşmerge û bîrên petrolê dest bi pêşveçûnê kirine.”Her li gorî daxuyaniyê, “hêzên iraqî derdora demjimêr 02:30ê sibê ji her du aliyên Eniya Xurmato û Meryem Beg li başûrê Kerkûkê bi çekên amerîkî, di nava wan de tank û otomobîlên serbazî êrişî hêzên pêşmerge kirin, herwiha Heşda Şeibî û hêzên iraqî li başûrê rojavayê Kerkûkê êriş kirine ser Mekteb Xalid.”Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku “hêzên pêşmerge herî kêm 5 otomobîlên serbazî yên amerîkî têkşikandine ku ji aliyê hêzên Heşda Şeibî ve hatibûn bikaranîn.”Herwiha Encumena Asayişa Kurdistanê tekezî li ser wê jî kiriye, ku hêzên pêşmerge beregiriyê li berjewendiyên Kurdistanê, xal û xelkê Kurdistanê dikin.Heşda Şeibî çû nav taxên kurdanRêveberiya Asayîşa Xûrmato ragihand, ku ji ber paşde vekişandina hinek yekîneyên pêmergeyan, hêzên Heşda Şeibî çûne nav taxên kurdnişîn ên navçeyê û malên wan talan dikin.Rêveberê Asayîşa Xurmatû Kawa Mele Perwêz ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber paşde vekişandina hinek yekîneyên pêşmerge, çekdarên Heşda Şeibî ketine nav taxên kurdan. Çekdar malên kurdan talan dikin.”Kawa Mele Perwêz got: “Em berevaniyê dikin lê mixabin hinek yekîneyên pêşmerge çeperên xwe vala kirin û paşde vekişiyan. Ev jî bûye sedem, ku Heşda Şeibî bikeve nava taxên kurdan.”Ji Daquqê jî vekişiyanHerwiha li sînorê navçeya Daqûqê jî lîwayên 9 û 16 ên pêşmerge baregahên xwe vala kirin. Rêveberê Asayîşa Daqûqê Farûq Ehmed ragihand, ku bêyî şer û teqe pêşmergeyan çeperên xwe hiştine.Farûq Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ku niha tenê hêzên asayîşê li navçeyê mane.Fermandarê pêşmerge: Nizanim çima fermana paşde vekişandinê dane meFermandarekî pêşmerge yê ku yekîneyên wan bi ferman ji navçeya Taze vekişaye got: “Ez nizanim çima fermana paşde vekişandinê dane me. Bila gel ji wan kesan hesabê bipirse.”Raidekî Liwa 1 a pêşmerge, ku li ser ferman hêza xwe ji navçeya Taze ya Kerkûkê vekişand, ji Rûdawê re got: “Me berevaniyeke baş dikir. Heta 3 demjimêran jî me bersiv da êrîşê. Me nehişt werin pêş ve. Ji xwe çend zarokên aliyê Kerbela, Nasiriye û Hileyê bûn. Lê ez nizanim çima fermana paşde vekişandinê dane me.”Wî fermandarî ji xelkê Kerkûkê xwest ku hesabê ji wan berpirsan bixwazin ku fermana paşde vekişandinê dane û got: “Piştî ku tank paşde vekişiyan, ji pêşmergeyan jî xwestin paşde vekişin. Heyfa kurên vî gelî, çima wiha dikin ez jî nizanim. Bila gel hesabê ji wan bipirse. Gel hatiye pêşiya wan digre û bila bipirsin ka kîjan berpirsan ev biryar daye. Piştî valakirinacihên xwe em dîsa li bilindahiyên Taze Xurmato man.”Fermandarê pêşmerge got: “Ew kesên ev ferman dane dixwazin xelkê Kerkûkê koçberê Silêmanî û Hewlêrê bibe.” 

Back to top button