Nivîsar

Ajenda ya YNK / Goran ne demokrasiya Kurdistanê ye!…

 Cemal BATUNKurdistan ji pêvajoyek herî girîng a dîrokê xwe ve derbas dibe. Li aliyekî şerê giran ê li gel tevgera terorist a hov DAIŞ li seranserî sînorê Kurdistanê bi Iraqê re, li aliyekî şer ên herêmî ku li derdora Kurdistanê rûdidin, li aliyekî qelsiya otoriteya Bexdayê û encamên wê yên neyênî, nebicîhanîna peymanên di navbeyna Bexda û Hewlerê de… gelek rûdanên din ên yekser û indirekt ku bandorê li rewşa Kurdistanê dikin. Di deqek weha giran û kompleks de rewşa Serokatiya Kurdistanê di rojeva Kurdistanê de ye.Di bîngeha xwe de, diviyabû pozisyona Serokê Kurdistanê ku merc a serkeftî ya gelê Kurdistanê ye, di demek weha ya kompleks de ne bûba cihê munaqeşeyek giran û rojeva Kurdistanê fokus a xwe ya girîng wekî şerê bi DAIŞ re tê jiyandin, ber bi pirsa hilbijartina Serokê Kurdistanê ve ne anîbûya. Mixabin, di destê yekem de welatên dagîrker/dijberê Kurdistanê dixwazin fokusa Kurdistanê ku bûye navendek girîng a navneteweyî; cîhê rêz û hurmetê li gel cîhana demokrat û mirovperwer, bi taybetî girêdayî şerê li gel hêza tarî û terorî ya DAIŞ biguherin û ajendayên xwe yên gemarî ku pirsa Serokatiya Kurdistanê ku pirsek navxewî ya cemawerê Kurdistanê ye, bikin babetek nîqaşê û dijberiyê di navbeyna hêzên Kurdî de.Ger mirov rasterast bibêje; ji Komara Islamî ya Iranê re babeta serkeftina Kurdistanê bûye derdek mezin. Pirsa axaftina bi awayek ciddî di navendên cîhanê de – ji bo Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê, derketina Kurdistanê di cîhan a dîplomatîk; aborî – bi taybetî di warê enerjiyê de, qebulkirina Kurdistanê wekî hevkar / partnerek hevrêz li Neteweyên Yekgirtî, Washington, Bruksel, Berlin; Paris, London, Roma û h w d de bûye derdek giran ji Tehranê re. Tehran a ku her roja diçe cîhê baweriyê li cîhanê wenda dike, naxwaze Kurdistan a azad biserbikeve û bi rêya dostên xwe yên Kurdî – wekî Goran, YNK û h w d re, rêya pêşkeftin, demokrasî û azadiyê li ber Kurdistanê teng bike!Bi rêya YNK û Goran, rojeva Kurdistanê tê xwestin bête guherandin û pêvajoya dewletbûna Kurdistanê ji rojevê bikeve. Pirsa Serokatiya Kurdistanê bête pirsa yekem (!) Qaşo YNK û Goran dixwazin “demokrasi” berferehtir bibe û Serokê Kurdistanê ji alî Parlementoyê ve bête hilbijartin (!) Ev hest û helwêstek ne rast e! Di destê yekem de: demokrasi wekî merc iradeya gel ji xwe re wekî bîngeh dizane. Serokê Kurdistanê jî, ji alî gel ê Kurdistanê ve tê hilbijartin û ev nasandina merciiyeta herî girîng a demokrasiyê ye. Di cîhan a demokratîk de: her dem ra û iradeya gel wekî bîngeha herî girîng a demokrasiyê tên zanîn. Ev rê divê neyetê birîn, ji ber ku ev rawestandina pêvajoya demokrasiyê ye.Ez bawer im ku gelê Kurdistanê rê nade ku iradeya wî ji alî dek û dolabên siyasî ji dest bête girtin û her dê bixwaze ku bi iradeya xwe: Serokê xwe jî, pêşeroja xwe jî hilbijêre û dizayn bike. Ne li gor daxwazên Tehran; Şam, Bexda an Enqereyê pêşeroja xwe dizayn bike!…Kelmis: 13 Tîrmeh 2015——————————

Back to top button