Vîdeo

Almanya bi Ala Kurdistanê xemilî bû

Festivala serxwebûna Kurdistanê li Almanya bajarê Kolnê bi girsehiyek mezin hate li darxistin.Festival ji aliyê Komîteya Piştevaniya Serxwebûna Kurdistanê ve hate rêvebirin. Gelek hûnêrmendên kurd beşdari festivalê bûn.Eve çendê salana cara yekeme bi vê girsehiyê kurd li diyasporayê kom dibin û coseki mezin pişgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê didin xûyakirin.Ji gelek welatên Ewropa xelkê serxwebûn xwaz berê xwe dan Kolnê û da ku tevlî şahiya festivalê bibin. Qada festivalê bi ala Rengin hate xemilandin. Kurd bi cilûbergen kurdî û destê wande Ala Kurdistanê ji bajarên din yên Almanya bi keştiya, trêna û otomobilan berê xwe dane Kolnê. Duh Almanya Kurd û Kurdistanî bû.Serokê Kurdistanê Mesud Barzani ji bo festivalê peyamek rêkir. Barzani di peyama xwe de dibêje: Di roja 25ê Îlona bê de referandûm tê kirin, bo gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û berve serxwebûnê gavan bavêje. Biryara referandûmê ya gelê Kurdistanê ye, biryara hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê ne û serweriyeke mezin ya din e di dîroka xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de ye. Referandûm ne armanc e, lê amrazeke bo gihêştina aramanceke mezintir ku serxwebûn e. Ev jî ne tenê ji bo xelkê Kurd e, lê ji bo hemû netew û olên li Kurdistanê dijîn e.https://www.facebook.com/K24English/videos/896845313798472/

Back to top button