Nûçeyên Kurdistanî

Alaya PKKê li Kerkûkê

Alaya PKKê li Kerkûkê

Malpera Alsumeriye ku malperek bi zimanê erebî ye û ji Bexdayê weşana xwe dike, eşkere dike ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navenda bajarê Kerkûkê alaya xwe bilind dike.

Li gor wê malperê, PKKê li meydana (Îxwan) li taxê Rehîm Awa alaya xwe hildaye.

Çavkaniyeke Asayîşê ji malpera navborî re gotiye ku, her çiqas endamên PKKê ji aliyê hêzên emnî ve hatine agadar kirin ku çênabe ew alaya xwe li wê derê hildin, lê endamên PKKê bi gotina hêzên emnî nekir û alaya xwe li meydana Îxwan bilind kir.

Nerîna min :