Nivîsar

Amerika bi agahdariya Rusya êrîşê Suriye kir

Dema serokê Amerikayê Trump li ser hesabê xwe Twitterê da xûyakirin ku dê êrîşê Suriye bikin, di cihanê de gelek hate gotubêj kirin û li ser vê daxûyaniyê gelek senaryo hatin nivîsandin. Britanya û Fransa  jî dan xûyakirin ku ewê li gel Amerikayê cih bigrin û êrîşê Suriye bikin. Nirxandin hatin kirin ku dê ev êrîş bibe sedemê şerê cîhanê yê sêyem.Hersê welatan êrîşê bingehên hêzên Suriye kirin.Dema  êrîşê di medya cîhanê de deng veda, Îran û Rusya li dijê vê êrîşê daxûyaniyên tund ragihandin. Tirkiye li gel serokên welatên ku êrîş kirin û welatên êrîş şermezar kirîn bi rêya telefonê hevdîtin pêkanîn.Helwesta welatên li dij derketîn tenê bûn çend daxûyaniyên tund. Piştî êrîşê xelkê ku pişgiriya rejimê dikin derketin kolanên Şamê ji bo ku êrîş têkbirin şahî kirin. Destê xelkê de alayên Suriye, Rusya û Îranê hebûn.Ji berî êrîşê gelek cihên stratejîk hatibûn vale kirin û Amerika êrîşê van deverên ku valebûyî kir û mesajek da cîhanê. Ji xwe serokê Fransayê da xûyakirin ku wan ji berî êrîşê hemû agahdarî dane Rusyayê.Siyaseta Amerika ya Suriye heta vê gavê jî nayê zanîn. Amerika dikare her gave Suriye biterikîne. Ji xwe Rusya ji bo vê yekê gelekî rihete.Wek hinek kesan gotin bi vê êrîşê ne şerê cîhanê yê sêyem derdikeve û ne jî tu guhertin li rewşa Suriye de çêdibin.Belkî vê êrîşê biçekî hevbendiya Tirkiye, Rusya û Îranê lerizand, wek din tu encamekî ku ber bi çav mirov behsê bike naxweyê.Li Suriye bandora herî bi hêz ya Rusyaye û Amerika jî vê yekê dipejirîne.Nûçe/AnalîzRojevakurd

Back to top button