Polîtîk

Amerika hêzekî ji YPGê ava dike

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê  di serokatiya Amerikayê de hewl dide li beşek Suriye û li Rojavayê Kurdistanê hêzekî bi navê hêza parastina sinor ava bike.Amerika da xûyakirin ku dê ev hêza hanê ji hêzên di nava HDSê de bêne avakirin . Piraniya wan ji YPGê ne. Herweha Amerika da xûyakirin ku, dê hêjmara vê hêzê 30 000 kes bin û ew dê li sinorê Suriye û Tirkiye, Suriye û Iraqê bêne cih kirin.Li himber vê yekê Tirkiye bertekek gelek tund nîşan da û da xûyakirin ku vê yekê ji Amerika qebûl nakin.Siyaseta Amerika li Suriye û Kurdistana Rojava hêja ne gelekî zelal e. Dê li himber Îran, Rusya  li Suriye Amerika çi siyasetê rêve bibe baş nayê zanin. Lê tişta ku eşkere bûye ewe ku, Amerika li gel hêzên hevpeyman dixwaze li Suriye bimîne û li hinek deverên Suriye û Kurdistana Rojava xwedî bandor be. Lê stratejiya vê yekê hêja ne eşkere û zelal e.

Back to top button