CîhanPolîtîk

Amerika Kurdistan vexwand civina Kuweytê

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de rûdanên herî dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.Di hevdîtinê de Serokwezîrê  Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê li ser karê lijneyên taybet ên dabînkirina meaşên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê û herwiha rakirina qedexeya geştên navdewletî yên ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve axivîn û herdu alî hêviyên xwe anîn ziman ku gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê erênî bibin û rê li çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera herdu aliyan vekin.Di hevdîtinê de , Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman behsa beşdarbûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Konferansa Avakirina Iraqê de kirin ku biryar e di demeke nêz de li Kuweytê were sazkirin, bi wê hêviyê ku Herêma Kurdistanê jî ji vê derfetê sûdmend bibe û bikare para xwe ji wan alîkarî û projeyan bi dest bixe ku tê çaverê kirin ji bo avakirina Iraqê piştî bidawîbûna şerê dijî terorê, were pêkanîn.Gotûbêjkirina hilbijartinên dahatû yê Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî, rewşa Iraq û herêmê, qonaxa bidawîanîna DAIŞê li Iraq û Sûriyê, beşeke din a mijarên civînê bûn. 

Back to top button