Polîtîk

Amerîka li alîkarîkirina Pêşmerge de berdewame

Roja înê 09.10.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya John Allen Nûnerê Taybetî yê Serok Obama li Hevpeymaniya Navdewletiya dijî Da’îş û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqê û Matiyas Mîtman Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek fermande û şêwirmendên Amerîkayê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serok Obama li Hevpeymaniya Navdewletiya dijî Da’îş ragihand ku her carek ku serdana Kurdistanê dike hest bi qurbanîdan û destkeftan û pêşveçûnên gelê Kurdistanê dike û serxweşiyê jî li Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorê da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne û her wiha ji bo wan serkeftinên li bereyên şer de mîsoger kirine pîrozbahiyê li Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge kir.Her li vê kombûnê da Nûnerê Taybetî yê Serok Obama li Hevpeymaniya Navdewletiya dijî Da’îş, bîr û nêrînên welatê xwe yên di derbarê pêşhatên siyasî û emniyên navçeyê û Sûriyê û şerê teror û her wiha gurzên serbaziyê Rûsya ji bo Serok Barzanî şîrove kir û nîgeraniya xwe jî ji metirsiya kûrtirbûna giriftan û destpêkirina lehiyeke dinê koçberan nîşanda.Li beranber da Serok Barzanî spasiya helwesta Nûnerê Taybetî yê Serok Obama kir û xweşhaliya xwe jî nîşanda ku hemahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û Pêşmerge li astekî gelek baş daye û encameke baş jê derdikeve. Di derbarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku ji destdana qehremanên ku ji bo parastina welatiyan canê xwe gorî dikin, ziyaneke mezine. Niha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi ure û moraleke bilind ve bergiriyê li Kurdistanê dike. Di derbarê guhertinên siyasî û serbaziyên navçeyê û destêwerdana serbazî ya Rûsya Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku hebûna hemahengiya di navbera Rûsya û welatên hevpeyman û li şerê terorîstan da destkefteke gelek baş dibe û eve jî ragihand pêwîste ewlewiyeta hemû aliyek bi pleya yekem lêdan û ji navbirina Da’îş bê, nexwe tûşî şaşiyeke mezin dibin.Li beşekî dinê kombûnê de rewşa siyasiya Iraqê û her wiha rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstan û pêdiviyên hêzên Pêşmerge hate guftûgo kirin û şanda mîhvan wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku Amerîka li hemû rewşek de hevkar û hevpeymanê Herêma Kurdistane û li yarmetîdana hêzên Pêşmerge de jî berdewam dibe.Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Enwer Hacî Osman Cîgirê Wezîrê Pêşmerge, Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button