CivakPolîtîk

Amerîkayê soz da pêşmerge

Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî pêşwazî li Fermandeyê Ofîsa Hemahengiya Asayişa Hevbeş a Hêzên Amerîkayê li Iraqê û şanda pê re kir.Wezareta Pêşmerge derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî daye û ragihandiye, ku civîna navbera şanda serbazî ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge “derbarê gotûbêjkirina hemahengî û pêwendiyên navbera Amerîka û Hêza Pêşmerge de” bûye, ku têde tekezî li ser “pêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan” hatiye kirin.Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê Amerîkî General Baker di vê civînê de gotiye: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê piştgiriya herêmeke kurdistanê ya bihêz û hêzeke pêşmerge ya pêşkevtî û profesyonel dike.”Wezareta Pêşmerge herwiha dibêje, “General Baker soz da ku hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan berdewam dibin li ser pêşxistina pêwnediyên xwe yên li gel Wezareta Pêşmerge û dê berdewam bin li ser alîkariya rahênan û şêwira serbazî y abo hêzên pêşmerge.”Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer jî derbarê civînê de ji Rûdawê re got, “şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê li gel Rêveberiya Çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge mijûlî pêkanîna reforman di hemû teşkîlata wezaret û hêzên pêşmerge de ne.”Cabar Yawer herwiha da xuyakirin, di çarçoveya Hevpeymaniya Li Dijî DAIŞê de, hêzên Amerîkayê di sala 2018ê de jî berdewam bin li ser rahênan û perwerdekirina hêzên pêşmerge.Di civîna îro ya navbera şanda leşkerî ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge de, Serokê Desteya Sererkaniya Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed, Alîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, Fermandeyê Hêza 70ê Şêx Ceifer Şêx Mistefa, Fermandeyê Hêza 80ê ya pêşmerge Necat Elî û Sekreterê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer amade bibûn.

Back to top button