Nivîsar

Analîzek di derbarê 12ê Îlonê de

DI DERBARÊ DARBEYA LEŞKERÎ YA 12-Ê ÎLONÊ DE ANALÎZEK… Îbrahîm GUÇLU([email protected]) Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê 38 sal berê çê bû. Li ser serê miletê kurd û hemû hemwelatiyên Dewleta Tirk tarîtî û xirabî çêkir.Bandora wê darbeyê hîn dom dike. Beriya darbeyê hiqûqa Dewleta Tirk ne demokrat bû; lê hiqûq di dema darbeya leşkerî ya 12ê îlonê de xerabtir bû, ji holê rabû. Tevgera Milî ya Kurdistanê û tevgera civakî û çep ya Tirk hat tasfiye kirin. Êş û azareke bêsînor ket laşê însanên kurd û hemwelatiyên Tirkiyeyê.  Gelek malbatan ji bona ku wê rojê, zûlma Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî bîra nekin, navên zarokên xwe û neviyên xwedanîn “Eylul/Îlon”. Loma jî her sal 12ê îlonê de neteweya kurd, kurdperwer, hemwelatiyên Tirkiyeyê yên demokrat, şoraşger, lîberal, sosyal demokrat, heta nîjadperest laneta xwe li wê rojê û li wê darbeyê dibarînin. LI PIŞT DARBEYA 12’Ê ÎLON A 1980YÎ SEDEMA DÎROKÎ…Dewleta Kemalîst, encama darbeyekê û xapandin û felbaziyekê çêbû. Kemalîstan li hemberî Osmaniyan û kurdan darbe çêkirin; dewleta xwe ava kirin û di dewletê de jî bûn hikûmdar û desthilatdar.Piştî ku bûn desthilatdar jî, bi  awayê totalîter û otorîter xwestin kû hemû civatê û tevgerên li hemberî xwe yên mûxalîf kontrol bike; dema ku ji kontrolê jî derketin bi awayekî aktîf bi riya milîtarîzmê pêşiya wan bigre; wan ji holê rake.Loma Kemalîstan, Darbeya Leşkerî ya 27-ê Gulana 1960-î û 12-ê Adara 1971an çêkirin. Li ser civatê jinûve qontrola xwe pêk anîn.Lewra tê zanîn ku di sala 1950-yî de Demokrat Partiyê, desthilatdarî ji destên Kemalîstan (CHPê) girt. Kemalîstan dîtin ku hêzên sivîl, mirov dikare bibêje, ku berpirsiyarên gelê tirk dema dîtin ku   “hikûmeta sivîl” derketin dervayî kontrola wan, darbe çê kirin.Lê piştî darbeyê gel dîsa zora wan bir û Partiya Adaletê (Sileyman Demîrel) bû desthilatdar û hikûmet, ev car dîsa dîtin ku “hikûmeta sivîl” ji kontrola wan dertê, dîsa darbeya leşkerî di sala 1971an de çê kirin.Darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980-yî jî, encama heman sîstem û mentalîtê ye. Çimkî piştî sala 1971an demeke mûwaqqet li ser civatê kontrol çêkirin. Lê dîsa gel zora wan bir. Dîtin ku hikûmeta gel ji derveyî sînora wan tevdigere; Tevgera Milî ya Kurdistanê û Tevgera çep ya Tirkan ji kontrola wan derdikeve, zorê dide parametreryê û pîvanên wan, ev car Darbeya 12ê Îlona 1980î çêkirin. DARBEYA 12-Ê ÎLONÊ BI PLAN HAT AMADE KIRIN: PKK, RÊXİSTİNÊN ÇEP Û RAST YEN TERORÎST DI AMADEKİRİNA DARBEYÊ DE ROL GIRTIN SER XWE…Şik tune ye ku di her şertê de darbe çêkirin ne mimkun e. Ji bona darbeyan divê şert bên ava kirin. Kemalîstan û xwediyê dewletê yê esil, loma beriya darbeyan şertên darbeyan çêkirin.Di Darbeya 27 Gulanê û 12 Adara 1971an de ev rastiya gelek vekirî bû.Heman plan  ji bona Darbeya 12 Îlonê jî hat çêkirin û meşandin û tetbîk kirin.Li hemberî kesên bi navûdeng sûîkast hatin kirin. Encama vê planê, Rojnemevan Abdî Îpekçî, Serokê DÎSKÊ Kemal Türkler, Dozger Doğan Öz, Gun Sazak hatin kûştin.Di nav gel de qetlîam çêkirin: Li Enqereyê Bahçelî Evlerê bi destê nîjadperestan û gruba faşîst endamên TÎPê bi hev re û di malekê de hatin kûştin. Li Stenbolê li ber Unîversîteyê bomba hat teqandin, xortên kurd û tirk yên şoreşger hatin kûştin.Ji bona ku şerê hûndir derkeve di navbeyna elewî û sûniyan de şer çê bibe li Meraşê û li Çorûmê qetlîam pêk anîn.Di navbeyna rêxistin û grûbên şoreşger û faşîst de, di navbeyna çep û rastan de şer derxistin. Di encaman van şeran de 5000 kes hatin kûştin.Bi zanetî bi destên grûbên şoreşger û faşîst metodên terorê bi kar anîn.Di navbeyna rêxistin û grûbên şoreşger de şar derxistin.Li Kurdistanê ji bona ku pêşiya Tevgera Milî ya Kurdistanê bigre, tevgerê ji armancê dûr bixe, partî û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike PKK wek rêxistineke operasyonel ava kirin. Bi destê PKKê êrîşî rêxistin û partiyên Kurdistanê kirin. Serokê Dengê Kawayê Ferîd Ûzûn dan kûştin. Gelek qedroyên partî û rêxistinên Kurdistanê dan kûştin. Hejmara wan bi sedan e.PKK êrişî KUKê kir. Gelek endam û berpirsiyarên KUKê dan kûştin.PKK li Nûsaybînê û li Sîweregê qetlîam pêk anî. Li bajarên Kurdistanê pêvajoya koçkirin û valabûnê dest pê kir.PKKê, êrişî mîran, axayan, serokeşîran, şêxan,  melayan, gundiyan kirin û kûştin.Bı vê planê, di nav kurdan û Tirkan de qenaat û nerînek çê kirin, ku hêzek û qewetek were wan ji vê xeteriyê xelas bike. Ew jî wek her demê leşker in.Leşker bi soz ji bona ku kurdan û tirkan ji xeteriyê xelas û rizgar bikin, darbeya leşkerî çêkirin. DI ESIL DE SEDEMA DARBEYÊ CÛDA BÛ…Wek tê zanîn, xwediyê dewletê leşkeran xwest, bi Darbeya 12ê Adara 1971an Tevgera Milî ya Kurdistanê; Tevgera Civakî û Çep ya Tirkan tasfiye bikin, nikarîn vê yekê bikin. Piştî darbeya Leşkerî ya 12 Adara 1971an, piştî sala 1974an Tevgera Milî ya Kurdistanê xûrttir bû. Baştir rêxistinî bû. Gelek partî û rêxistinê mafê çarenivîsiya neteweya xwe pêk bînin, ava bûn.Tevgera Milî ya Kurdistanê bû hêzeke mezin ya civakî. Ji hemû beşên civatê piştgirî girt.Di heman dem de tevgera civakî û çep ya Tirk jî gelek xûrt bû, bû hêzeke civakî.Ev hêzbûna tevgera milî ya Kurdistanê tirs çêkir, ku neteweya kurd dê dewleta xwe ava bike.Tevgera civakî û çep ya Tirk jî dê rejîmê biguhere.Li cem van rastiyan jî, rastiyek din hebû: “Hikûmeta Sivîl” jî derdiket derveyî parametreyên Kemalîzmê.Ji bona ku pêşiya dewletavakirina neteweya kurd, gûhertina rejîmê bê girtin, darbe çêbû.Darbeçêkaran jî di beyannameya xwe ya yekemîn de ev yeka gelek aşkere diyar kirin. QEREKTERA DARBEYA 12Ê ÎLONÊ…Wek tê zanîn esil xwediyê dewletê bûrokrasiıa leşker û sivîl bû. Elîta Kemalîst bû. Loma jî darbejî ji aliyê wan de çê dibûn. Darbeya 12ê Îlona 1980yî jî bi destên wan çê bû.Loma jî darbeya 12ê Îlona 1980yî, qerektera xwe jı dewletê û xwediyê dewletê digirt. Dewlet jî faşıst û kolonyalîst bû. Loma jî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê jî dîktatoriyeke leşkerî ya faşîst û kolonyalîst bû.Bi çalakî û kirinê xwe jî ev yeka carek din îspat û diyar kir. EMERÎKAYÊ PİŞTGİRÎ JI DARBEYÊ RE KIR…Dewleta Tirk, li Rojhelata Navîn qereqola Emerıkayê ya pêşî bû li hemberî Sîstema Sosyalîst û Yekîtiya Sovyetan. Loma jî hemû daonanıma leşker û artêşa Dewleta Tirk jî bi destê Emerîkayê dibû. Loma jî şik tune bû ku leşker ji derveyî Emerîkayê darbeyê bilkarin çê bikin.Leşkeran baş dizanî ku dema ku Emerîka alîkar nebe, nikarin jiyana xwe bidomînin. An jî dema ku li dijî Emerîkayê bin, di şertên dinyayê yên wê demê de dibûya ku pişta xwe bida Yekıtiya Sovyetan û Sîstema Sosyalîst. Ew jî ji bona wan gelek zehmet bû. İdeolojî û çanda wan ji vê yekê re, konjoktura Tirkiyeyê jî ji bona vê dest nedida.Di wan şertan de gelek aşkere bû ku darbeyên leşkerî bi destên Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetan çê dibûn. Li Iraq û li Sûriyeyê û li Misirê û li gelek welatên din darbeyên çep bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan çê dibûn. Bi piştgiriya wan li ser piya disekinîn. Darbeyên  rast û faşıst jî bi piştgiriya Emerîkayê çê dibûn. Bi piştgiriya Emerıkayê li ser piya radiwestan.Piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê jî Sefîrê Emerîkayê di derbarê derbayê de piştgiriya xwe bi awayekî nîşan da. DARBEYA 12Ê ÎLONÊ BI GİŞTÎ XERABIYA MEZİN KIR; GORÎ QEREKTERA DEWLETA TIRK YA KOLONYALÎST LI KURDİSTANÊ MÛAMELEYÊN TAYBET ÇÊKIR. DEWLETÊ JI BONA PÊŞIYA TEVGERA MILÎ YA BAKÛRÊ KURDISTANÊ BIGRE, STRATEJIYEKE TAYBET DEST PÊ KIRIBÛ; BI DARBEYA LEŞKERÎ SERKEFTINA VÊ PROJEYÊ PÊK HAT…Darbeya Leşkerî roja ku desthilatdarî girt destê xwe dîktatoriya xwe îlan kir. Got ku “ez nûha şûnda her tiştekî dikarim bikim. Ez hiqûqê nas nakim.”Darebaya leşkerî di destpêkê li hemû Tirkiyeyê û li Kurdistanê Örfi-Idare îlan kir. Çûn hatin û bi şev û roj derkletin qedexe kir, cî û cî jî sînor kir. Desthilatdariyeke bê sînor da leşker ku li her ciyî kontrol bikin. Kesan bigrin û li wan lê pirsîn bikin.Darbeyê di destpêkê de Meclîs girt. Got ku ez dê meclîsa damezrênêrî ava bikim. Hemû partiyên siyasî yên tirk girt û qedaxe kir, dawiya xebata wan ya siyasî anî. Serok û berpirsiyarên partiyan bi tevayî girtin bin çav. Lê Alpaslan Turkeş hepis kirin û dadgeh kirin û ceza kirin. Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê xwestin hepis bikin, ew reviya derveyî welêt. Lê berpirtsiyarên partiyê û gelek endamên wan hatin girtin.Komeleyên “sivîl” û sendîqa/nîqabe girtin û xebatên wan qedexe kirin. Berpirsiyar û endamên wan girtin û hepis kirin û eşkence kirin û ceze kirin.Komeleyên şoreşger û demokrat girtin û xebatên wan qedexe kirin. Berpirsiyar û endamên wan bin çav kirin, eşkence kirin, hepis kirin, ceze kirin.Kovar, rojnameyên şoreşgeran hatin qedexe kirin. Berpirsiyarên wan hatin girtin û hatin ceze kirin.Komeleyên kurdan ASDK-DER, DHKD, DDKD û komleyên din hatin qedexe kirin, xebatên wan dawî hat dayîn. Berpirsiyar û endamên wan bi tevayî hatin girtin û eşkence kirin û ceze kirin.Kovar, rojbnameyên kurdan jî hatin qedexe kirin. Berpirsiyarên wan hatin girtin û hatin ceze kirin.Serok, berpirsiyar û endamên rêxistin û partiyên Kurdistanê bi piranî hatin girtin û hatin hepis kirin û êşkenceke bêsînor li wan hat kirin û cezayê mezin hatin dayin.Bi hezaran çep û rastên siyasî hatin girtin û hepis kirin û eşkênce kirin û ceza kirin.HIQÛQA HEYÎ YA NE DEMOKRAT JÎ, ji holê hat rakirin. Makezagoneke nû hat amade kirin. Bi referandûmeke şiklî hat pejirandin. Ew makezagona, ji makezagona berê jî faşîsttir û ne demokrattir bû.Li Kurdistanê planeke taybet hat meşandin. Bes kurdperwerên siyasî ne, hemû beşên civakê sûcdar hatin îlan kirin, hatin hepis kirin û eşkence kirin û ceza kirin.Li zîndana Diyarbekîrê êşkenceya hatiye kirin, plana taybet ya hatiye meşandin. diyar dike. Kiryarên Darbeya leşkerî li Kurdistanê, encama siyaseta kolonyalîst bû.. Ji hemû beşên civatê kes hatibûn girtin û êşkence kirin û ceze kirin.Bi tevayî Tirkiyeyê û Kurdistanê nêzikî milyonek kes hat binçav kirin û êşkence li wan hat kirin. Bi deh hezaran kes ceze bûn.Gelek kes hatin darde kirin. Salên Erdal Eren hat mezin kirin û hat îdam kirin.Wek tê zanîn û bi gelek awayan û belgeyan hatiye diyar kirin: Dewleta Tirk, li Kurdistanê ji bona ku pêşiya Tevgera Milî ya Kurdistanê bigre, tevgerê ji armancê dûr bixe, partî û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike PKK wek rêxistineke operasyonel ava kirin. Bi destê PKKê êrîşî rêxistin û partiyên Kurdistanê kirin. Serokê Dengê Kawayê Ferîd Ûzûn dan kûştin. Gelek qedroyên partî û rêxistinan dan kûştin. Hejmara wean bi sedan e.PKK êrişî KUKê kir. Gelek endam û berpirsiyarên KUKê da kûştin.PKK li Nûsaybînê û li Sîweregê qetlîam pêk anî. Li bajarên Kurdistanê pêvajoya koçkirin û valabûnê dest pê kir.PKKê, êrişî mîran, axayan, serokeşîran, şêxan,  melayan, gundiyan kirin û kûştin.Darbeya Leşkerî ev stratejiya, bir serî û tevgera û rêxistinên Kurdistanê tasfiye kir.DADAGEHKIRINA DARBEYÊ girîng bû. Lê dadgehkirin ne rasteqîne bû.EZ jÎ DI DOZA DARBEYA LEŞKERÎ YA12-Ê ÎLONÊ DE BÛM MUDAXÎL Û PARÊZER. Min nerînên xwe bi awayekî fireh bi devkî û nivîski pêşkêşî dadgeha kir. Li wir jî, ew nerînên min îro nivîsandîne, min dadgehê de jî anîn ser zimên. Amed, 14. 09. 2018 

Back to top button