Nivîsar

Armanca hêzên Amerîkî li Çiyayê Şingalê

Artêşa Amerika li serê Çiyayê Şingalê bingehak leşkerî ava dike û li deverê cih dibe. Li ser vê helwesta Amerikî şiroveyên cuda têne kirin. siyasetmedar dibêjin ku, hatina artêşa Amerîka li ser Çiyayê Şingalê û danîna navendên xwe li nêzîkî Girûzêr a başûrê Şingalê, tê wateya kontrolkirina navçeya Şingalê bi temamî.Beriya 2 rojan artêşa Amerîka û hejmareke şêwirmendên Amerîkî ligel çendîn pasevanên fîrqeya 15 û 37 a artêşa Iraqê hatine Şingalê û li wir bicîh bûne.Derbarê hatina wê hêza Amerîka bo Şingalê, Çavdêrê siyasî Seid Hemo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew hêza ku hatiye li navçeyên Oc Cirês û Ciwyxayfa 2 navendên serbazî danîne, ku ew navçe dikevin navbera sînorê Sûriyê û qezaya Beiac a Iraqê û li wir xalên navbera Iraq û Sûriyê datînin.”Kêmkirina hêza welatên herêmê li navçeya ŞingalêSeid Hemo wiha got: “Çend mebest ji hatina wê hêzê û ji avakirina wan navendên leşkerî hene, ku yek ji wan armancan derxistina Heşda Şeibî ye ji wê navçeyê û ya dûyem jî parastina sînorê Sûriye û Iraqê ye ji hatina DAIŞê, herwiha kêmkirina hêz û bandora welatên herêmê ye li Şingal û navçeyê jî. Ji ber ku cihê Şingalê pir sitratejîk e ji bo avakirina pîlana hevgirtina Şîeyan.”Ji aliyê xwe ve, çavkaniyeke serbazî Iraqî jî ku nexwest navê wî bê belavkirin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Armanca wê hêza Amerîka ew e ku hêza welatên herêmê li Şingalê kêm bikin û nehêlin hêzên wan welatan bighên Çiyayê Şingalê. Ji ber ku bihêzbûna wan milîsan li Şingalê metirsî ye li ser Amerîka. Lewma jî beşek ji wan hêzên Amerîka çûne ser Çiyayê Şingalê û li ser cihê bilind ê Çilmêra bicîh bûne û beşek jî li ser sînorê Sûriye û Iraqê bicîh bûne, ew jî ji bo parastina wê navçeyê.”Armanca Heşda Şeibî li ŞingalêPisporên siyasî tekez dikin ku Şingal berdewam armanca milîsên Şîe ye bi hênceta ku terorê li Şingalê nehêlin, lê bi rastî hatina wan milîsan bo çend mebestan e, mîna berfirehkirina pirojeya Şîeyan û ji bo ku Rojhilata Navîn bixin destê xwe.Çavdêr dibêjin, girtina Şingalê ji aliyê Heşda Şeibî ve ji bo wê yekê ye ku çek û teqemenî bi rêya erdê bighên Sûriyê ji ber ku bi rêya asman gelek zehmet e, herwiha ji aliyê aborî ve ew hêz qazanceke mezin dibînin dema ku rê ji wan re vekirî be heta Sûriye û Lubnanê.Herwiha pispor dibêjin, hebûna wan milîsan li Şingalê heta niha bi hênceta şerê terorê ji bo wê yekê ye ku rewatiyê bistînin ji aliyê aliyên siyasî yên Şîe ve. Ew bi xwe şer û teror û çekan belav dikin ji bo ku hêncetekê derxînin ji mana milîsên xwe yên Şîe ji bo girtina navçeyên Kurdistanê û navçeyên Suneyan, ji ber ku armanca ji girtina wan navçeyan avakirina pilana Şîeyan e ya ku dixwazin Îran û Iraq û Sûriye û Lubnanê bihevre girêbidin.Çiyayê ŞingalÇiyayê Şingalê 1465 m li ser asta deryayê bilind e, ku bilindtirîn cih li ser wî çiyayî, jê re tê gotin navçeya Çilmêra. Sala 1991 hikûmeta Sedam ji wir 39 mûşek(roket) avêtin Îsraîlê û di encamê de jî balafirên Îsraîl jî li Çilmêra dan û çendîn malbatên Êzdî bûn qurbanî.Çavkaniya serbazî ya Iraqê wiha got: “Ew hêza Amerîkî ya ku hatiye ser Çiyayê Şingalê dixwaze li Çilmêrê bicîh bibe.”Herwiha Seid Hemo jî dibêje: “Hebûna hêza Amerîka li Girîzêra Şingalê jî ji bo kontrolkirina tevahiya navçeyê ye.”Nûçe/analîz

Back to top button