Polîtîk

Armanca me desthilatdariya Kurdistanê ye

Partiya Demokrata a Kurdistana Tirkiye helwesta xwe di derbarê hilbijartinên parlementoya Tirkiye de da kifşkirin. PDK-T di vîwarîde daxûyaniyek belav kir û dibêje: Daxwaziya me ne ewe ku em bikevin parlementoya Tirkiye de û bibin parlementer. Daxwaziya me desthilatdariya Kurdistanê ye.BEYANNAME YA HILBIJARTINA 1’Ê MIJDAR A 2015A PARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ- TIRKIYA!.. Jiber ko me PDK-T mafê beşdariya hilbijartinan ne wergirtiye em nikarin têkevina hilbijartinan , lê eger me ew maf hebûya jî em weke PDK-T beşdarî hilbijartinê nedibûn. Armanca hemî Partiyan desthilatdari (îktîdar)ya welatê xwe bê jî, em Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya ji desthilatdariya Tirkiya yê re ne xwestek( talib)in. Lewra em kêmtirîn ji 274 parlamentêran herin meclîsê jî dema ji bo na berjevendiya Kurdistanê pêşniyarekî bikin xuya ye ko bi dengên 276 parlementêran dê bête red kirin.Ji van sedeman em beşdari hilbijartinên parlementêran nabin, Lê em dê başdariya li hilbijartinên herêmê bikin. Naxwe em ne xwestek in ji parlemeto re. Em xwestekê desthilatdariya herêmê (Kurdistanê)ne. Ne weke şert û merc , lê hinek pêşniyarên me ji wan parti/partiyên ko bibin desthilatdar re hene. 1-Parlemetêrên ko ji herêma Kurdistanê bêtin hilbijartin ji kîjan partî dibe bila bibe, pêvîste bi navê parlementên Kurdistanê bêtin bi nav kirin û bi wî navî bên bang kirin.2-Ji bona Kurd jî xwe têde bibinin pêdivî pê heye ko ew sûnda parlementêr dixwênin bi şêwayekî demokratik bête gorandin .3-Benda hilbijartinên parlementêrên herêmê li gorî dengên li herêmê %5 bêtin pejirandin.4-Li gorî pergal(sîstem)a heyî mafê Partiyên konevan (siyasî)î ji bo bikevina hilbjartinan mercê ko di 41 bajarî de xwe bi rêxistinî kiribe, bi mercê xwe birêxistina 20 bajaran bête gorandin.Dema ev pêşniyarên me ji bal desthilatdaran (hikûmetê) ve hatin pejirandin em dikarin beşdariya hilbijartinên parlemantêran bikin.Lê ji ber ko hêjî ev merc ne afirîne weke ko me di 7 Hezîrana 2015’de hilbijartin boykot kir em dîsa dê hilbijartina 1 ‘ê manga mijdar a 2015 jî boykot bikin.05.10.2015PARTIYA DEMOKRATA KURDISTNÊ- TIRKIYA PDK-T

Back to top button