Polîtîk

Artêşa Amerika herdem wê piştevanê Pêşmerge be

Êvariya roja sêşemê 28.07.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Lloyd Austin Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîka û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û şandekî li gel kir ku ji hejmarek berpirs û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibûn. Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgehên Enbar, Selahedîn, Kerkûk û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan, her wiha ronahî xistin ser asta amadeyî ya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê yên ji bo têkşikandina terorîstên Da’îş. Her li vê hevdîtinê de her dû alî xweşhaliya xwe ji bo biryara Tirkiye ya beşdarîkirina li şerê dijî Da’îş kirin ku bandoreke erênî li ser rûbirûbûna terorîstên Da’îş li navçeyê da dibe. Di derbarê alozî û girjiyên vê dawiyê ya di navbera artêşa Tirkiye û PKK Serok Barzanî nîgeraniya xwe li pêşketina girjiyan de nîşan da û wê yekê xisterû ku daxwaz dike her dû alî vegerin ser mêzeya guftûgo û aştiyê û bi pêwîstî jî zanî hemû aliyek li ser rûbirûbûn û ji navbirina terorîstên Da’îş rawestin. Li beşekî dinê vê kombûnê da Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîka ji bilî balkişandina li ser azayetî û jêhatîbûna Pêşmerge wê yekê dûpatkir ku artêşa Amerîka li hemû hengavek da palpiştê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibe. Hêjayî gotinêye li vê kombûnê da Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.  

Back to top button