Îroj

Artêşa Îraqê gundên Kurdan dagîr dike

Zorê li şêniyên gund dikin da ku ji gund bar bikin.

Îro 16ê Cotmehê artêşa Îraqê li devera Topzava ya ser bi Kerkûkê ve çû ser gundek Kurdan û bi darê zorê şêniyên gund der dike.

Ev gundê ku niha artêşa Îraqê dixwaze vala û dagîr bike, di dema Sadam de bûbû sembola enfalkirina Kurdan, wê demê jî navendek leşkerî ya Îraqê li vî gundî hebû.

Artêşa Îraqê niha bi hinceta ku berê ev der leşkergeh bûye dixwaze vî gundî dagîr bike û şêniyên gund jê derxe.

Li hember zordarîya artêşa Iraqê şêniyên gund li dijî hewldanên artêşê rawestiyane û dibêjin em gundê xwe vala nakin û lazime ev kêşe çareser bibe.

Back to top button