Civak

Asayayîşa Kurdistanê çalakiyek terorîstî pûç kir

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê pûçkirina hewldanek têrorîstî ya çekdarên DAIŞê jibo encam dana têqîneyek têrorîstî li Hewlêrê belav kir. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Asayişa Herêma Kurdistanê 3 kesên bi regez Ereb ku xwestine piştîneyk bombekirî û 6 bombeyên lastîkî li Hewlêrê bitqînin, herwiha ew têrorîst mukir hatine ku çekdarên DAIŞê piştevaniya wan kiriye bo encamdana van teqîneyan. Deqê daxuyaniya Encûmena Asyişa Herêma Kurdistanê. Daxuyaniyek ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Tîmên hevbeş ên lêkolîn û operasyonan di Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de, karîbûn hewlek xwekujî ya têrorîstên DAIŞê pûçbikin û 3 têrorîstan jî destgêr bikin ku bajarê Hewlêrê kiribûn armanca planekî têrorîstî. Hersê têrorîstan li wê yekê mukir hatine ku DAIŞê di riya Têrorîst  Hazim Mihemed Dawûd Mensûr Elcibûrî piştîneyek bombekirî û 6 bombeyên bilastîkî ji sînorê Silêman Beg bo Kerkûkê birine û piştre jî bo Hewlêrê veguhestine bi hemahingiya Têrorîst Xelef Ismaîl Xelf Ubêd Elcibûrî ku xwe amade kiribû li cihekî li Hewlêrê xwe ligel piştînî û bombeyan biteqîne. Li gorî pilana têrorîstan wê Têrorîst Cinêd Xalid Bilasim Xizeyan bi erkê gihştina Têrorîst Xelef Ismaîl bo cihê mebest rabûbiba, lêbelê berî ku têrorîst karê xwe pêkbînin hêzên me karîbûn wan destgîr bikin ligel desteser irina bombe û piştîniya bombekirî. Ev têrorîstnan di riya hesankariyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo penaberan kiribû xwe gihştibûn Herêma Kurdistanê û lê niştecî bibûn.

Back to top button