Nivîsar

Ava bi Zilo

 Dawid ê cano, birayê gorbiheşt Qedrî can,rojekê dibe mehvan li gundê Dêşan,tasek av dixwazê,bermalîya malê jêre avê tînê kû av tije zîlokê hurik û sor e, şaş û matmayî dimîne û dibêje çawa ? hun vê avê vedixwin,bermalî dibêje erê ma hun nizanin em mirov, zarok, ker, kûçik,çêlek hemû ji ava gola bi kurm û kêz vedixwun û zarok nexweş dikêvin,em bê çarene û haya kesekî ji me tuneye.Dawidê cano ,wekî birayê xwe Qedrîcan bo yî welatê xwe can dide, mafê mirovan lİ gel wî gelekî bi qedre.Dibêje : ji kerema xwere şûşekê tijî bike û bidemin, jinik diçe ser golê avê dadigre û tinê dide wî. Dawud ji xema, nanê wan jî naxwe radihêje şuşa xwe û rast berê xwe dide Enqere.  Carê di rê de şuşa avê derdixe û lê dinere ku zilo têde avjenî dikin,tinê ber çavên xwe û xeyal dike wexta kû zarok vê avê vedixwin gelo ev zîlo di zikê wande çi dikin? Ma gelo ev ne mirovin ? ma îima qederaKurda bi vî haweyî hatîye ? ji xwe dipirse heta Enqerê, diçe meçlîsê şuşaavê derdixe datîne ser masê dibêje fermo keremkin herkêsî qurtek av vexwin.Wezîr bi dengekî henekî û tinazî li avê dinere ku tije kurmikê sorin ,dibêje ev çi ave te anîye ?Dawud Dibêje: Ave, ava ku gele kurd neha vedixwin,bi ker û kûçikan re vedixwin hun li li vir şeraba sor wedixwin zarokên Kurdîstanê jî vê avê bikar tînin,ev çawaedalete? Ev çawa jiyane divê ku hun iro vê avê vexwin û binerin ka çawaye.Wezîr xwe lê hêrs dike dibêje tu heqaretê liwezîre dewletê dikî ezê te bidim dadgehê te dadgerîn bikim. Dawud dibêje çi jidestê te tê texsîr neke ,şûşa avê li ber wan li erdê dixe dişkîne û derdikeve,ev Dawud nasekine ,ica diçe serî li rêxistina tendurustîyê ya cihanêdixe, astengîya xwe tîne ziman ,rêxistina tendurustî, heyetekêdişîne kû  vaye birastî jî mirov û heyvanbi hevre vê avê vedixwin. Dawê li devletê dikin ,derewîn heman mudaxele dikîn dibêjin ji xwe vaye piroje amade bû emê dest pê bikin,tînin hinekî golê vedidin, dikolin û diçin dibêjin vaye meçareser kir ava Dêşan.Di peyre Dawid ê Cano destê wî kelepçe dikin davêjin zindanê,ji berk û eyba wan derxistîye hole suncê wî wê deme ev bû.Rehmetî Musa Enter pê dihese ku disa Dawud ketîyê zindanê ,diçe serlêdana wî çav lê dikeve ,dikene dibêje birako û wezîr diyarîya ku te biribû ji wanrevenexwarin Dawud ,dibê na wele ne ecibandin diyarîyamin.ZÎNÊ AMEDÎ

Back to top button