Vîdeo

Axaftina serok Barzanî ya li Waşîngtonê

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Amerîkayê behsa pirosesa serxwebûna Kurdistanê kir û got ku, pirosesa serxwebûba Kurdistanê berdewame û ew piroses ranaweste û paşde jî venagere û Kurdistanê ajendeya xwe heye û ajendeya kesek din qebûl nake.

Li dor yekparçeyîya Îraqê serok Barzanî ji berpirsên Amerîkayê re diyar kir ku, rûbirûbûna DAÎŞê pêwîstî bi yekrêziyê heye, herêma Kurdistanê jî di vî warî de rola xwe lîstiye û di rûbirûbûna DAÎŞê de pêşneg bûye, lê yekêtiya axa Îraqê girêdayî bi demokrasibûna Îraqê û bawerî bi pêkvejiyana pêkhateyan ve heye. 

Yekparçeyîya Îraqê û parastina yekêtiya axa wê bi zor û kotekîyê nabe. Piştî şerê duyem yê cîhanê dewleta Îraqê li ser esasê şirîkatî û hevbeşiya kurd û ereban hat damezrandin, lê ji hîngê were, mixabin, ew şirîkatî û hevbeşî nekt warê piraktîkê û pêknehat. Divê ew derfet ji xelkê Kurdistanê re bê dan mafê çarenivîsa xwe diyar bike.

Amerîka û îdareya serok Barak Obama tekîd li ser wê yekê kiriye ku ew lêdixebitin çek û cebilaxane û alavên leşkerî raste-rast bi Pêşmergeyê Kurdistanê bide.

Serok Barzanî got ku, gelê Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê dike ku pêşmergeyê Kurdistanê li şûna hemû cîhanê şerê rêxistina terorîstiya DAÎŞ dike û li ser destê pêşmerge heybeta DAÎŞê hat şikandin  ji bona van serkeftina gelê Kurdistanê 1200 şehîd û zîdetir ji 7 hezar birîndaran dan, pêşmerge bergiriyê ji buhayên mirovatiyê dike. DAÎŞ jî dizane astenga herî mezin li pêşiya wan pêşmerge ye û pêşmerge pilana wan têkşikand.

Back to top button