Hevpeyvîn

Azad Cundiyanî: Tenê ji bo serxwebûna Kurdistanê kar dikim

Azad Cundiyanî, endamê berî yê Polîtbûroya YNKê, beriya niha demekê dest ji partiya xwe berda. Di yekemîn hevpeyvîna xwe ya ligel Rûdawê de Cundiyanî behsa mijara serxwebûna Kurdistanê û pirsgirêkên siyasî yên li Herêma Kurdistanê kir û got: “Nabe ti krîzek li pêşiya referandûm û serxwebûnê bibe asteng.”Azad Cundiyanî roja 9ê Sibata 2017ê nameya xwe ya cudabûna ji YNKê pêşkeşî polîtbûroya partiya xwe kir. Cundiyanî eşkere kir, ku piştî vê pêvajoyê hevdîtinek ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinek pêk aniye û dibêje ew êdî karê hizbî nake, lê ji bo serxwebûna Kurdistanê karek ji wî were xwestin, ew amade ye bike. BÊYÎ PARLAMENTOYÊ JÎ REFERANDÛM  DIBEEv pirs gelek tê kirin. Kurd çawa dikare bigihe serxwebûnê? Ji bo serxwebûna Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê teza xwe diyar kiriye, ku rêyekî bi aştiyane û nerm e. Ji du arasteyen ve liser mafê serxwebûnê, kar tê kirin: Bi giştpirsî, bi arasteya derve, ku em naxwazin ligel Bexdayê bibin du cîranên dijmin û nakok. Herwiha ligel welatên cîran jî em dixwazin bi guftûgo û ji hev fêmkirinê bigihin vê mafê xwe yê rewa.Di nav aliyên siyasî yên Kurdistanê de nakokî hene. Bi tevê van nakokiyan jî giştpirsî dikare were kirin?Hemû aliyek dikare hêcetan ji bo nebûna bingeha referandûm û serxwebûnê peyda bike. Lê nabe ti krîzek li pêşiya referandûm û serxwbûnê bibe asteng. Jiber ku dê serxwebûn beşek ji wan nakokî û krîzan çareser bike. Dem û dîrok li ser min û te nasekine, namîne hêviya me. Di 100 salên derbasbûyî de, ti caran şert û merc ji bo gihiştina serxwebûnê ev hinde guncaw nebûye. Vêca çawa em ê jiber krîz û kêmasiyên navxwe, vê derfetê bikar neynin û desst jê berdin? Kî dikare dilniyayî û garantî bide hemwelatiyekî wekî min, ku dê piştî 10 sal din ev şert û mercên herêmî û navdewletî careke din sazbibin.Ji ber krîza siyasî Parlamentoya Kurdistanê girtî maye. Bêyî parlamentoyê referandûm dibe?Nabe ji karketin, karnekirin an jî bêkarbûna parlamentoyê bibe hêncetekê xweveşartina ji referandûmê. An jî mijara referandûmê bibe  kartekî guvaşê di destê partiyekê de û li dijî aliyeke din bikar bîne. Dî sa nabe bibe mijarekî diyarkirî ya ji bo serxistina berjewendiyên hizbî û şexsî li pêşberî berjewendiyên gelê Kurdistanê de.Lê te bersiva pirsa me neda. Bêyî parlamentoyê referandûm tê kirin?Ez ne kesekî yasakar im, siyasî me. Lê ji te re bêjim, belê, bêyî parlamentoyê jî referandûm  dibe. MESÛD BARZANÎ DÊ JI BO REFERANDÛMÊ GAVÊN BAŞ BAVÊJEGelo YNK di mijara giştpirsiyê de ciddî ye, hevrêyê PDKê ye?Beriya 4 mehan nêrîneke ronaktir ê YNKê ji bo serxwebûnê hebû. Ji bo YNKê wesa baş e, ku referandûm were kirin. çimkî yek ji dirûşma YNKê mafê çarenivîsa xwe bûye. YNKê derbarê serxwebûnê de helwesta xwe diyar kiriye, hêvîdar im, ku bi ciddîtir û wêrektir beşdar bibe.Tu bawer dikî, ku tevahiya YNKê bêne cem hev û li kêleka PDKê giştpirsiyê bikin?Bi nêrîna min di destpêkê de dê beşekê YNKê neyê nav referandûmê, paşî dê neçar bin ew jî bên. Beriya niha dema Kak Mesûd (Mesûd Barzanî) behsa serxwebûn û referandûmê dikir, hinek aliyan bi lezgînî bersiv didan û digotin ev mûzayede ye. Lê piştî ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî hate Hewlêrê, êdî ew bersiv hate guhertin. Naha jî dibêjin bêyî parlamento referandûm nabe. Yan jî dibêjin binemala Barzanî dixweza şahnişînê ava bike. Bêguman PDK û ew beşa Yekgirtûya Îslamî, herwiha aliyênd in dê werin ba hev û gavan biavêjin. Bi nêrîna min ew beşa din a YNKê jî dê bireve û xwe bigihîne wan.Hinek aliyên nav YNKê li Silêmaniyê dibêjin, bêyî parlamentoyê giştpirsî nabe. Gelo PDK dikare bi tenê vî karî bike?Eger PDK li hêviya çareseriyê be, ev yek giring e û pêwîst e. Lê eger PDK di wê baweriyê de be, ku ev gûftûgo ji bo paşxistin, derengxistin û rêgirîkirina referandûmê ye, bi nêrîna min pêwîst nake li hêviyê bimîne.Hinek alî gumanan ji Barzanî dikin û bi nêrîna wan Barzanî di vê mijarê de ne bi rijd e û mebesta wî siyasî ye. Di vî mijarî de nêrîna te çi ye?Bêyî ku bikevin nav hûrgûliyan, dikarim bêjim ku Mesûd Barzanî di mijara referandûm û serxwebûnê de rastgo ye. armanca wî ya bi beşdarbûna çalak ew e, ku di gihiştina vê mafê rewa ya gelê kurd de rola wî hebe. Bi nefesekî dirêj ligel aliyan kar dike da ku zêdetir aliyên siyasî di çarçoveya vê pirsê de bicivîne. Bi nêrîna min dê di nav mehek û du mehan de Mesûd Barzanî ji bo referandûmê gavên baş biavêje. MIN JI BO BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ DEST JI YNKÊ BERNEDADi navbera YNK û PDKê de rêkeftineke stratejîk heye. Herwiha di 16ê Gulana 2016ê de, ligel Tevgera Goran jî rêkeftinek îmze kir. Bi dîtina te kîjan ji van rêkeftinan di berjewendiya YNKê de ye, kîjan ji wan ji bo YNKê giring e?Derbarê rêkeftina YNK û Tevgera Goran de têbîniyên min hebûn. Di dema xwe de min bi eşkere ev têbîniyên xwe aniye ziman. Ev rêkeftin bi cografyayekî diyarkirî ve girêdayî ye. Bi seranserê Kurdistanê ve eleqeder nîne. Kîjan alî bad ê ligel Goran ev rêkeftin bikira. Çimkî herdu jî li heman navçeyê xwedan nifûz in. Wê demê jî min got, çawa di navbera PDK û YNKê de rêkeftineke stratejîk heye, divê pêwendiyên YNK û Tevgera Goran jî heman awayî pir baş bin.Baş e, ji ber çi rêkeftina YNK û Goran nehate bicîhkirin?Pêwendiya vê yekê bi pirsgirêkên navxwe yên YNKê re heye. Beşek vê jî bi pêwendiyên Goran û YNKê yên pir bi konokî û teşene ve girêdayî ye. Herçend PDK hatibû piştrastkirin, ku ev rêkeftin ne li dijî wan e, lê tê zanîn, ku ev yek ji bo peravêzxistina PDKê bû. Rêkeftina Goran û YNKê awayekî zîndîkirin û berdewamkirina wê medreseya siyasî ya Silêmaniyê ya dijitiya PDKê bû. Hinek nivîskar û rewşenbîran gotin, ku ev yek bi awayekî zindîkirina nakokiyên sala 1964ê ye.Ji ber çi tu di nav YNKê de nameyî û te ji bo pêşxistina rêkeftina ligel PDKê kar nekir?Eger hêviya min maba, ez dê bimam lê hêviya min nema ku YNK bikeve ser xeta xwe. Bi baweriya min nedikarî di nav YNKê de bi vî mekanîzmayê min kar bikim lê ti rolek min nebe. Ez naxwazim rola min sed be lê li wir jî namînim ku rola min bikin sifir. Dixwazim vê jî bêjim, bi teqezî jiber berjewendiyên şexsî min dest ji YNKê bernedaye. REWŞA NAV YNKÊTe çima hevalên xwe hişt? Niha cîgirên sekreterê giştî yê YNKê û hinek kesên din jî ji rewşa YNKê nîgeran in.Ez bawer nakim, ku cîgirên sekreterê giştî tişta ku dixwazin bikarin di nav YNKê de bikin. Bi nêrîna min hinek hevalên min û endamên polîtbûroyê hê jî di nav YNKê de xwedan rola sifir in.Di nameya xwe de te gotibû, eger Mam Celal (Celal Talabanî) liser kar baya, min ev name nednivîsî. Mebesta vê çi ye?Bi tevê hemû kêmasî û nakokiyan jî Mam Celal karî YNKê birêve bibe bêyî, ku rola ti kesê ji me sifir bibe.Niha YNK çawa tê birêvebirin?Herweke berî tê birêvebirin. Grûbekê kontrola hemû tiştên YNKê kiriye.Dema tu berpirsê ofîsa ragihandina YNKê bûyî, piştî sala 2009ê, tu dihatî tometbarkirin, ku dijitiya Goran û ew kesên meyla wan bo Goran heye, dikî?Ez nabêjim min qet kêmasî nekirine, weke her siyasetmedarekî din. Lê ji ti xeletiyekê xwe jî ne oşman in. min hemû karên xwe bi biryara polîtbûroyê kiriye. Hemû karên min bi belge ne. Ez lihember şapol û meylekê berpirs bûn, ku dixwest YNKê parçe bike. Divêya ji bo parçenebûna YNKê berevaniyê bikim.Tu kesekî nêzîkî Mam Celal bûyî, nêrîna wî ya derbarê serxwebûnê de çi bû? Ez ne berpirs im, ku bi navê Mam Celal biaxivim. Min dest bi nivîsandina bîranînên xwe kiriye û navê wê jî “Jûrên Şêdare yên Siyasetê” ye (Odeyên bi şilî û nem ên siyasetê). Di vê pirtûkê de behsa gelek tiştan dikim. Mam Celal alîgirê serxwebûna Kurdistanê bû. Di pirtûkekê de rewangeh û stratejiya Mam Celal a ji bo serxwebûnê hatiye eşkerekirin. Ti karê me bi daxuyaniyên derbarê danûstandina ligel welatên herêmê nîne. Ev tiştekî taktîkî ye. Lê rewangeha stratejîk a Mam Celal ligel serxwebûna Kurdistanê ye.Piştî rêkeftina stratejîk a ligel PDKê, şîretên Mam Celal ên derbarê danûstandina ligel PDK û binemala Barzanî çi bûn?Şîret û pêşniyarên wî ew bûn, ku digot nabe em pêwendiyên xwe yên ligel PDKê têkbidin. Dema ez berpirsê ofîsa ragihandinê bûm, wî digot; “Hûn dikarin li ser PDKê binivîsin lê nabe hûn li dijî mala Mele Mistefa Barzanî biaxivin.” Mam Celal mirovekî têgihitî bû, dizanî ku bi nakokiyên 50 salan jî aliyek nbikare aliyeke din jêbibe, lewma digot divê rêkeftin çêbibe. HEBÛNA PKKÊ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊTe hebûna PKKê ya li Şingalê rexne kir. Ji ber çi?Ma tenê li Şingalê, li piraniya navçeyên Kurdistanê PKK heye. Hebûna PKKê bi van tevlîheviyan ve nabe. Hebûna wan a bi vî awayî zirarê dide Herêma Kurdistanê. Nabe PKK bêyî êkeftina ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê li vir bimîne. Çawa ku em nikarin xwe li Kurdistana bakur bisepînin, ew jî nikarin li vir wiha bikin. Metirsî di vir de ye, ku nêrîna PKKê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdistanê, ji nêrîna Herêma Kurdistanê ciyawaz e. Bi taybetî piştî derketina teza Ocalan, ku baweriya wî bi dewleta netewe nîne, xweseriya demokratîk a ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê cibîcîkirin, weke çareserî dizane. Eger ev yek li Şingalê were sepandin, metirsiya pevçûna du felsefeyan derdikeve holê.PKK sûdê ji valatiyan wergire. Bi taybetî jî li Silêmaniyê hinek serkirdeyên YNKê piştgirî didin PKKê. Gelo ev yek ji bo hemû partiyan ne metirsî ye?PKK  li Kurdistana Başûr gelek xwe belav kiriye. Dibe ji aliyê serbazî ve pêşve neçûbe lê di warê propaganda û kişandina hinek kesên di temenên diyarkirî de, çalak e.Ji bo cenabê te di dosyeya referandûm û serxwebûnê de kar bikî, ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve ti daxwazek ji bot e hatin?Dema min dest ji kar kişand, li dijî min êrîşeke tund ê çewtkirin û yê tewşkirinê hate kirin. Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di vê mijarê de, piştgiriyekî mezin ê manewî bû ji bo min. Wan jî amadebûna xwe ji bo pêşwazîkirina xizmetkirina min anî ziman. Lewma ev yek weke pêşniyar qebûl kirin. lewma spasiya Serokê Herêma Kurdistanê dikim. KARÊ JI BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊHerî dawîn te kengî Mesûd Barzanî dît?Piştî min dest ji karkişand çûme mêvandariya wî. Me behsa gelek mijaran kir, lê bi taybetî rojeva me liser serxistina stratejiya serxwebûnê bû.Hinek kesên nav YNKê dibêjin, armanca Azad Cundiyanî ya karê li ser dosyeya serxwebûnê ji bo wê yekê ye, ku bibe PDK.Min di nameya xwe de bi eşkere gotiye, ezê ji bo stratejiya serxwebûna Kurdistanê kar bikim. Bawer nakim ji bo vê jî pêwîst be bibim endamê PDKê. Lê egere rojek ji rojan, rola min ew be, ku bi rêya PDKê herim ji bo serxwebûnê kar bikim, amade me herim bikim. Eger di nav Yekgirtûya Îslamî jî be diçim dikim. Ne PDK daxwazek wiha ji min kiriye û ne jî ez naxwazim herim nav partiyekê. PDKyî bûn ne şerm e. Bi hezaran tekoşerên mezin di nav PDKê de hene û bi hezaran jî di vê oxirê de serê xwe dane, yek ji wan jî bavê min e. Lê dibe ku wan xizmetên ji derveyî hizbê bikarim ji bo serxwebûnê bikim, nekarim di nav partiyekê de bikim.Gelo rast e, ku PDKê ji bot e fewcek amadekiriye?Nêzîkî 500 xizmên min di nav YNKê de ne. Piraniya wan dixwazin cihê xwe veguhezin. Bi kurtî sîstema hizbî wiha ye. Ew kesên bi rêya min bûne endam û alîgirên YNKê û pêşmerge, dema ez ji YNKê cuda bûm, ew jî dixwazin nêzîkî min bin.Jiber cudabûna te ji YNKê, ti zirarek gihiştiye van xizmên te?Dibe tiştekî waiha çêbibe lê ez ne serokê artêşekî me. Ev hinde çekdar bo min gelek e û ji bo nçi ye? Dibe pêwîstiya min tenê 10 an jî 15 kesan hebe. Pasewanên min xizmên min in û ser bi hêza 70 ne. lê mixabin ev 3 meh in meaşên wan jî hatine birîn. Rûdaw 

Back to top button