Civak

Bahçeli dixwaze Ahmet Turk serbest bê berdan

Devlet Bahçeli serokê MHPê di parlementoyê de li gel rojnemevana axivî û bersiva pirsên wan da. Bahçeli behsa rewşa Ahmet Turk şeredarê berê yê Mêrdinê jî kir. Bahçelî Daxwaziya berdana Ahmet Turk kir.Di derbarê Ahmet Turk de Bahçelî got: Ahmet Turk di parlementoyê de hat silav li min kir û destê min girt. Ahmet Turk 74 saliye, tenduristiya wî ne baş be divê serbest bê berdan û ji derva darizandina wî berdewam be. Devlet bahçelî hevditinekî li gel parlementerê HDPê Sirri Sureya Onder de jî behsa serbestberana Ahmet Turk kiriye. Bahçelî serokê MHPê ye û partiya wî nijadpereste û heyina Kurda qebûl nake.Herweha bahçeli gelektundî dijitiya HDPê jî dike. Daxwazkirina serbest berdana Ahmet Turk behtir , dema Bahçeli behsa vê bike dibê rojev.

Back to top button