PolîtîkReferandum

Balyozê YE serdana serok kir

Roja dûşem 09.10.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Ramon Bilêkwa Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê û şandekî li gel kir ku ji Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa yê li Yekîtiya Ewrûpa û Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.Di destpêka hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê xweşhaliya xwe nîşan da ku di destpêka destbikarbûna xwe da kariye serdana Kurdistanê bike û li gel Serok Barzanî bicive. Paşê spasî Herêma Kurdistanê kir ji bo wan hevkarî û hemahengiya berdewam li gel Yekîtiya Ewrûpa û wan hemû rêxistinên navdewletiyan jî ku li warê hevkariya mirovî li Herêma Kurdistanê kar dikin, helwesta gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hewandina koçberan de bilind nirxand.Her li vê hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên Iraqê û referandûma gelê Kurdistanê û karvedanan de danustandina bîr û ramanan kirin. Şanda Yekîtiya Ewrûpa amadehiya xwe ji bo wê yekê derbirî ku li çarçêweya hewlên navdewletiyan yên ji bo aramî û diyaloga li navbera Hewlêr û Bexda de, rolekî bi bandor hebê û dixwazin ew qeyrana niha heye li rêya diyalogê bê çareser kirin.Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan hêviya serkeftinê li erkê nû yê birêz Ramon Bilêkwa xwest. Di derbarê hewla navdewletî ya ji bo rêxistina diyaloga li gel Bexda, Serok Barzanî tekez kir me berî encamdana referandûmê jî ragihand ku piştî birêveçûna referandûmê amadeyîn ji bo guftûgoyekî vekirî, niha jî Kurdistan amadeye ji bo diyalogê bi ajandayekî vekirî û bêyî hîç mercek û demek jî guftugoyê didîn.  

Back to top button