Nivîsar

Bandora li ser Şingal û Dijminatîya Pêşmergan!

 Şeyhmus ÖzzenginLi pişt êrîşên DAÎŞ ser Şingal, Rabia, Zummar, Başika, Xazir, Gwêr, Mahmur, Celawla, Sileman Beg, deşta Neynewa, Musil û Saadiye kî hebûn?Çima İraq li van deveran li gor madê 140 referandûm pêkneanî û bê şer, ev dever tevli çekên giran û milîyaran Dolar teslîmî DAÎŞ kir û DAÎŞ kir xwedî hêz?Bi ketina Rabia û Zummar re yên li pişt îzolekirina Şingal hebûn kîne û çi armancên wan hebûn û hene?Li pişt êrîşên DAÎŞ yên Deşta Neynewa, Musil, Başîk û derdorê kendava Musilê û îzolekirina Şingal de pir tişt hene, pir hesab hene! Ji terefên rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ve ev rastî têra xwe nahatine şîrovekirin! Guftûgoyek di bin bandora dezînformayonên PKK de hatîye meşandin û ev jî rastî û kûraya meselê veşartî hiştîye! Nehiştîye ku hêzên di nav pîlanên DAÎŞ de û bi wan re têkildar li pişt armancên DAÎŞ eşkere bibin. Ji şîrovê hatine dûrxistin.Karesatên li ser şingal, stratejîyek kûr û sîyasî ye. raser bi serxwebûna Kurdistan ve girêdayî ye.Hesabên di wekaleta şer de hat meşandin, bi taşaronî wek karesatan derket ber me. Artêşa İraq berî bi demek kurt, çekên giran û modern ji USA girtibûn. Artêşa İraq ev çek teslîmî DAÎŞ kir li Musil. Dema ku DAÎŞ bi çekên artêşa İraq êrîş anî ser Şingal, eşkere bû ku pir dewlet û rêxistin li pişt van êrîşan hebûn! Îro pirhêlên piştgirên DAÎŞ û armanca DAÎŞ pir zelal derketîye holê.Bi ketina Misil re Şingal îzole bû. Eşîrên ereban yên derdorê Şingal û Musil, ketin bin bandora DAÎŞ û bi DAÎŞ re êrîş anîn ser Şingal. Pêşî li alîkarîya pêşmergan ku here hewara Şingal girtin û nehiştin ku di dema xwe de hikumeta herêma Kurdistan alîkarîyê bigihîne Şingal.Sebebek din a girîng jî ew bû ku Şingal bi fermî ne bi ser Kurdistan ve bû. Ev jî şingal kiribû beşek ji axa Kurdistan a îzolekirî. Vê rewşê jî armanca DAÎŞ û eşîrên ereban hêsan dikir.Ti hêzên pêşmergan li Şingal tinebûn. Tenê di demek kurt de hêzek li gor 7 sed kesî wek hêza “berpirsiyarên asayîşê” hatibû damezirandin û şertên vê hêzê ku êrîşên DAÎŞ bide sekinandin tine bû. DAÎŞ bi çekên herî giran û pêşketî êrîş anî ser Şingal.Wek fermi herêma Kurdistan nikarî bi serê xwe alîkarîya çekan bigire. Ji terefê yasayên navdewletî de ev qedexe bû. Çekên ku bi gelemperî didan İraq jî, İraq dest datanî ser para Pêşmergan û para pêşmergan nedihat dan. Di destê pêşmergan de ew çekên kevin ku ji dema dîktatorê İraq Saddam Hüseyîn de mabûn. Bi van çekan li henber çekên giran û modern yên ku ketibûn destê DAÎŞ, şertên şer ji pêşmergan re zahmet dikir.Bendava Musil pêşî li alîkarîya ku raser here Şingal digirt. Ji ber ku bendava Musil riya dîrekt a Herêma Kurdistan û Şingal digirt. Hêlek eşîrên ereban ku bi DAÎŞ re tevdigerin, ji hêla din de jî bendava Musil rêya alîkarîyê digirt. Di ser Musil re jî hemû rê ketibûn destê DAÎŞ.Tenê du rêyên dirêj diman: Yek ji van rêyan herêma turkmenên Şîe ya di ser Telafer bû ku ev rê 170 Km. bû. Riya duyem jî riya di ser Rabîa ku piranîyên wê ereb bûn. Herêmên din jî bicarekê de Artêşa İraq teslîmî DAÎŞ kiri bûn.Di van şertan de Şingal ket destê DAÎŞ.PKK çi kir?Ev êrîş, ev zirûfên bêawantaj yek biyek li henber Pêşmergan bikar anî. Dijîtîya doza Kurd û pêşmergan kir û xwest ku bi carekê de ji hêla moral de jî Kurd têkherin.Ev bû gotina PKK:„PKK Şingal rizgarkir, parast û pêşmerge revîyan. Pêşmerge nikare şer bike û Kurdistan biparêze”(!)Gelo rastî ev bû?Bi hêza li pişt PKK, rastî serûbin bû û pir rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurdan bi vê dezînformasîyonê bawerî anîn û di bin têsîra wan de man..Hîn jî ev bandor dom dike.Yên ku emir da artêşa İraq ku bêşer vekişe, yên ku çekên giran û modern teslîmî DAÎŞ kir û piştgirên DAÎŞ bûn û yên ku mîkrofon didestên wan de û wek gumgumokan ji qelşên axa Şingal derketin û digotin; “pêşmerge şer nake, direve, ixanetê dike”(!) û yên ku li Ewrûpa derî bi derî, digerîyan û digotin “çekan nedin Pêşmergan, wê bifroşin DAÎŞ. Bidin me”(!) Eynî dest bû û xizmet ji eynî armancê re dikir.Îro jî ew dest dixwaze ku Şingal ji Kurdistan bêt qetandin û wek perçek ji axa İraq, biser ereban de bimîne. Mûçeyên wan û çekên wan ji ku tên, kî li pişt vê projê heye? Yek bi yek eşkere bûne!Bi dezînformasyonan PKK li henber pêşmergên qahreman, di nava projeyek neqî de karek kir û hîn jî dike. Li ser vî karî ev sêsale rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurdan di munaqeşê de –muneqeşeyek ku di bin bandora van karesat û dezînformasyonan de-ne.Hinek rastîyê nabînin û di wê germaya êrîşan de naxwazin bipirsin çi karê wê jinêka mikrofon didest de li wir hebû?Çima PKK li Ewrûpa di wê dema aloz de ew kampanîya “çekan nedin pîşmerge”(!) meşand?Çima hemû gire girên PKK di wê demê de bi riya çapemenîya xwe dijminatîya Başûrê Kurdistan û hêzên Pêşmerge dikir?(!)Çi girêdana van karesatên PKK û artêşa İraq-Nûrî El-Malikî û piştgirên DAÎŞ bi hev re hebûn?Têkilîyên karê li ber PKK û ew çar jinên ku di dema biryara alîkarîya ji kurdan re li seranserê Ewrûpa; ketin parlemena Elmanya û bi eşkere gotin “çeka nedin Barzanîyan, nedin pêşmergan. Em ji bona wê livirin”(!) bi cil û bergên kurdan(!) û pîlanên DAÎŞ çi bûn ku hev temam dikirin?Gelo PKK ev karesat li gor berjewendîyên hizbî dimeşand, an li pişt van têkilîyan hêzên din hebûn?Yek xebat û xizmet ji yek armancê re dikirin: Ji hêlekê de pêşmerge bi “revê û tirsonekîyê”(!) tometbar dikirin û ji hêla din de jî dixwestin ku prestîja pêşmergan binpê bikin.Gelo van karan xizmet ji kê re dikir?Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan, çima vê rastîyê naynin munaqeşê û serê wan di „reva pêşmergan“(!) de kilît bûye?Seranserê cîhanê di derheqa pêşmergan û şervanîya wan de zelale, çima ya beşek ji kurdan ne zelale?Ev dever yek bi yek, Şingal jî dinav de ji dervê serwerîya hikûmeta herêmê û ewlekarîya pêşmergan bû. Di bin parastina artêşa İraq de bû! Artêşa İraq ev dever bê şer; li gor fermana serokwezîrê wê demê Nûrî El-Malikî tev li çek û bi milyaran dolar teslîmî DAÎŞ bû(!) DAÎŞ hêza xwe a mezin ji vir girt. Rastîya ketina Şingal di virde ye. Lê ne PKK û ne jî çapemenîya wê, rojek ev nekir sebeba rexnê û nanî rojevê!..Gelo çima?Hedef Kurdistan û pêşîlêgirtina serxwebûn a Kurdistan bû. Ji Kurdistan veqetandina axa Şingal bû. Binpêkirina serwerîya pêşmergan bû. Ev sê sale di çapemenîya PKK û hevalbendên wan de ev karesat tê meşandin.Îro jî sebebên ku xebat û xizmetên Şingal nameşin û astengin li pêşîya vegera runiştînerên herêmê, a girîng metirsîya hebûna PKK ye li herêmê ji kurdên Êzdî re.Gelo ev tesadufe an armanca wan eve?07.08.2017Ji Facebook

Back to top button