CivakVîdeo

Barzanî 7 roj şîna giştî ragihand

 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya  Celal Talebanî ji gelê Kurdistanê re peyameke televîzyonî pêşkêş kir.Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de xemgîniya kûr a xwe li hember koça dawî ya serkirdeyê Kurdistanê û hevalê xwe yê dêrîn anî ziman û serxweşî li tevahiya gelê Kurdistanê, malbata wî, hevjîna wî Hêro Îbrahîm Ehmed û her du kurên wî Bavil û Qubad Talebanî kir.Serok Barzanî herwiha di peyama xwe ya îşev de got: “Ji destdana serkirdeyekî mezin weke Mam Celal zirareke mezin e bo gelê Kurdistanê.”Barzanî diyar kir, ku wî dosteke xwe yê dêrîn ji dest da û tekez kir: “Di qonaxa têkoşînê û xebata bo rizgariyê de min û Mam Celal, me qonaxên gelek nexweş derbas kirin.”https://youtu.be/e-r0XjUdCdg

Back to top button