Hevpeyvîn

Barzanî: Dema serxwebûn û avakirina dewleta Kurdistanê ye

Serokê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameyeke fransî behsa referndûmê û serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje ku referendum mafê gelê Kurdistanê ye û niha dema serxwebûnê û avakirina dewleta Kurdistanê ye.Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di hevpeyvîna xwe de digel rojnameya La Figaro ya fransî de dibêje:- Referendûm mafê rewayê kurdan e, ji bona referndûmê em daxwaz moletê ji kesî nakin. Me pêwîstî bi referndûmê heye ji bona rêxistina destûrek zelal û eşkere j bo cemawerê Kurdistanê, ev jî destpêkirina dansûstanênên dûrûdirêje digel Bexdayê. Dema serxwebûna Kurdistanê hatiye, lê em dixwazin bi rêya danşstandin û rêkeftinê bikarîn bi aşitî ji Îraqê cuda bibin.Serok Barzanî behsa xebatên ji bona yekgirtina îraqê û siyaseta hikûmetên Îraqê li dijî kurdan bikar anîye dike û dibêje:- Ev qirneke em ji bona yekgirtina Îraqê dixebitin, em ji bo Îraqê hevkarên baş bûn, lê me çi bidest xist? 4500 gundên me hatin wêran kirin, kîmiyabaran kirin, 10 000 kes ji malbata min kuştin.Piştî sala 2003ê me bawerî bi rûpelek nû û destûra nû ya Îraqê kir ku mafên me biparêze, lê Bexdayê budecya me qut kir, rêkeftin bicî nekirin. Em dixwazin bi Îraqê re cîranên baş bin. Ez ji wan kesan re yên ku li hember referndûm û serxwebûnê dilgiranin, dibêjim baştirên rê ji bona rêgirtin li pêşiya çûbûna prsgirêkên nû, serxwebûna Kurdistanê baştirîn rê ye. pirosesa serxwebûnê dest pê kiriye. Referndûm yekemîn qonaxe, lê ev pêvajo bi çend rojan bi cî nabe, pêwîstî bi demê heye.Barzanî bi eşkererî dibêje ku xelkê Kurdistanê biryara xwe daye, û eger kurd li benda nawendên navdewletî bin ku ew serxwebûnê ji kurdan re diyar bikin, bi vî awayî tu carî dewleta Kurdistanê ava nabe. Biryara neteweya kurd li pêşiya her tiştî ye:- Êdî em naxwazin li jêr destê tu kesî de bimînin.Serok Barzanî daxwazê ji serokê nû yê Fransayê dike piştevaniya Fransayê ji bo kurdan heye biparêze û serxwebûna Kurdistanê qebûl bike ji ber ku niha dema serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdistanê ye.

Back to top button