Polîtîk

Barzani: Emê berdewam pişgiriya Kurdistana Rojava bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa qehremaniya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û ragihand ku, ewê berdewam bin li ser piştgiriya Rojavayê Kurdistanê.Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro li bajarokê Selahedînê, Serok Barzanî pêşwazî li şanda Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.Di wê hevdîtinê de, şanda ENKSê serkeftinên Hêzên Pêşmerge û kontrolkirina Şingalê li Barzanî pîroz kirin û rêz û hurmeta wan ji qehremanî û qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re hebû.Herwiha şanda ENKSê spasiya xemxwirî û bihewarçûna Serok Barzanî bo doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz kir jê kirin ku li navendên cîhanê piştevanê doza kurd li Rojava be.Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya şanda mêvan kir û behsa hûrgiliyên operasyona rizgarkirina Şingalê kir û rê û hurmeta wî ji bo rol û qehremaniya Pêşmergeyên Rojava di şerê li dijî DAIŞê de.Serok Barzanî herwiha ji şanda ENKSê re ragihand: “Heta niha tişta ku ji destê me hatibe bo alîkariya doza rewa ya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê me kiriye û di pêşerojê de, dîsa wek berê emê li ser piştgiriya wê de jî berdewam bin.”Herwiha di wê hevdîtinê de, şanda mêvan ji Serok Barzanî re behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên dawî û ewlehî yên Sûriyê kir.Di dawiya hevdîtinê de, gotûbêj hat kirin li ser rewşa siyasî ya navçeyê û pêşeroja Sûriyê û riyên çareserkirina krîza Sûriyê bi berçavgirtina mavê hemû pêkhateyan di nava sîstema demokrasî û federalî. 

Back to top button