CîhanDosya

Barzani: Gelê Kurdistanê dûrî tundutîjiyê ber bi serxwebûnê ve gavê tavêje

Wezîrê Dreve û Wezira Berevaniya Fransa serdaha hewlêr kirin û ji aliyê serokê Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin. Di vê derbarê de serokatiya herêmê daxûyaniyek malpera xwe ya fermî de belav kir.Roja şemî 26.08.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derve û Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de ku Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên siyasî û îdarî û serbaziyên Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Derveyê Fransa ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya serdana Kurdistanê tekez li ser peywendiya dostaneya di navbera her dû gelên Fransa û Kurdistanê kir û ragihand ku tenê bi guherîna Serok û Hikûmetên Fransa jî wê peywendiyê de her berdewame û dostaneye. Her wiha Wezîra Berevaniya Fransa jî pêzanînên xwe ji bo rola qehremananeya Pêşmerge hebû li şerê terorîstan û ji bilî balkişandina bi gefa berdewamiya terorê li asta cîhanê da wê yekê xisterû ku aramiya navçeyê ji bo welatê wan gelek girînge û tekez jî li ser berdewamiya pabendbûna Fransa kir li piştevanîkirina Pêşmerge û mayîna hêzên Fransiyan.Serok Barzani û wezîra berevaniya FransaLi beşekî dinê vê civînê de Wezîrê Derveyê Fransa spasî gelê Kurdistanê kir li mîhvandarî kirina hejmareke zêdeyê koçber û lêqewimiyan û pesnê cûreya muameleya Herêma Kurdistanê kir li dosyeya koçberan û daxwaza welatê xwe jî ji bo vegerana koçberan ji bo navçeyên wan xisterû. Eve jî dûpatkir ku Fransa li qonaxa şer piştevaniya Kurdistanê bûye û li aştiyê da jî li gel Kurdistanê da dibe. Li beşekî dinê axaftina xwe de helwesta fermî ya welatê xwe li beranber pirsa referandûmê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û daxwaz jî kir guftûgo li navbera Hewlêr û Bexda berdewam bê heta wê dema ku bigihin bi encamek ku her dû alî razî bin.Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa kir û Fransa bi dostekî mezinê gelê Kurdistanê da zanîn û li axaftina xwe de ronahî xiste li ser gefa teror û operasyona azadkirina Musilê û rola Pêşmerge li wê operasyonê da û ragihand ji bo mîsogerkirina aramiyê li qonaxa piştî Da’îş pêwîste bi ciddî kar li ser nehiştina sedemên derketina El Qa’îde û Da’îş bê kirin û ji bilî li şerê serbazî şerê fikrî û aborî û civakiya terorê jî bê kirin. Serok Barzanî nîgeraniya xwe nîşan da li rewşa piştî Da’îş û derketina kêşeyên nû ew jî li ber nebûna planekî ronahî ya siyasî her çende serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê berî operasyona Musilê gelek tekezî li ser hebûna plana siyasî dikir. Di derbarê avadankirina Musilê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku avadankirina Musil ne li şiyana Hikûmeta Iraqê deye û Kurdistan jî penagehekî arame ji bo koçberan dimîne heta wê dema vedigerin navçeyên xwe.Serok Barzani û wezîrê derve yê FransaDi derbarê pirsa referandûmê jî Serok Barzanî gelek bi ronî bi şanda mîhvan ragihand ku gelê Kurdistanê nikarê êdî ezmûnên şikestxwarî dûbare bike û madem yekgirtina arezumendane şikest xwariye û sed sale çemkê şeraket hatiye binpêkirin gelê Kurdistanê rêya xwe li ber digre û dixwaze wekî cîran peywendiyeke dostane û baş li gel Bexda de hebê. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku referandûm mafekî demokratî ya xelkê Kurdistane û gelê Kurdistanê dûrî tundutîjiyê û bi amrazên aştiyane berev serbixweyî hengav davêje û li qonaxa berî referandûmê û piştî referandûmê jî li gel Bexda li guftûgo û danustandinê de berdewam dibe û daxwaz jî kir Fransa ku hêma û palpiştê azadiye ji daxwaza gelê Kurdistanê û êş û azarê sed saliya wê têbigihe.Li dawiya vê civînê de her du alî tekez li ser berdewamiya dostayetî û hemahengiya li navbera xwe de kirin.  

Back to top button