CîhanPolîtîk

Barzani: ji bo derbaskirina rewşa niha jî pêwîstî bi piştgiriya dostane heye

________________________________________Serokwezîrê Kurdistanê bi pêwendiyek telefonî li gel wezîrê derve yê Amerikayê Rex Tillerson behsa rewşa Kurdistanê û pêwendiyên navbera Kurdistanê û Amerikayê kir.Tilerson da xûyakirin ku, welatê wî girîngiyê dide pêwendiyên Amerika û herêma Kurdistanê.Tillerson balkişande ser encamên hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û da zanîn, ku Amerîka pêngavên di vî warî de giring dibîne û piştgiriyê dide diyalogê.Rex Tillerson herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo pêvajoya demokrasî û hilbijartinên Herêma Kurdistan û Iraqê jî anî ziman û hêvî xwest ku Kurdistan di rûbirûbûna krîzan de serkeftî be.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand, ku niha metirsiya derketina tundiyê heye û pêwîst zanî, ku di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de ji bo rûbirûbûna tundxwaziyê mekanîzmayek hebe ku li ser vê yekê karê hevbeş bê kirin.Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan herdem amade bûye guftûgoyan bike û tekez kir, ku hevdîtinên dawîn ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de erênî derbas bûne.Barzanî diyar kir, ku Hewlêr Washingtonê weke hevpeymanê xwe dibîne û ji bo derbaskirina rewşa niha jî pêwîstî bi piştgiriya dostane heye. Herwiha balkişande ser wê yekê ku pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartin pêvajoyên cidî ne.Di peywendiya telefonî de herdu aliyan geşedanên li herêmê jî gotûbêj kirin.

Back to top button