Cîhan

Barzani ji naveroka rêkeftina Tirkiye û Amerika hate agahdar kirin

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Ferîdûn Sinirlî Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û pêşhatên siyasiyên dawî û her wiha şerê dijî terorîstên Da’îş xistin ber behs û guftûgoyan û têda Wezîrê Derveyê Tirkiye ji bilî balkişandina li rewşa hestiyara navçeyê behsa biryara dewleta Tirkiye û rêkkeftin wan ya li gel Amerîka ya ji bo beşdarbûna li şerê dijî terorîstên Da’îş kir û Serok Barzanî ji naveroka wê rêkkeftinê agahdar kir. Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye balkişand li ser wê yekê ku armanca Tirkiye li vê biryara şikandina terorîstên Da’îş û vegerandina xelkên koçber ya ji bo navçeyên wan û gihandina hevkariya mirovî ya ji bo koçberan.Li dirêjahiya axaftina xwe de Cîgirê Wezîrê Derve ragihand ku Tirkiye bi girîngiyê ve temaşa Herêma Kurdistanê dike û bi fakterê aramî û geşbûn û pêşketina navçeyê dizanê û li pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê de berdewam jî dibe.Di derbarê bargirjiyên di navbera artêşa Tirkiye û PKK jî wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku li Tirkiye war ji bo hemû aliyek vekiriye bo ku beşdarî proseya siyasî bin ew jî li ser bingeh û pêverên demokratiyan û dûrî li mentiqa çek û eve jî merca serekî ya serxistina proseya aştiye û welatê wan pabendî vê bingehê ye.Li beranber da Serok Barzanî tîşk xiste li ser metirsiyên terorîstên Da’îş ku hereşene li ser hemû aliyek û erkê hemû aliyeke beşdar bin li şerkirina li dijî terorîstên Da’îş û ew şer jî divê hemû aliyene bê û tenê şerê serbazî nebê belku pêwîste şerê fikrî û aborî ya Da’îş jî bê kirin. Her wiha xweşhaliya xwe jî bi biryara dewleta Tirkiye ya beşdarbûna li şerê dijî Da’îş nîşanda ku bandoreke zêde li ser yek alîbûna şerê dijî terorîstên Da’îş dibe. Di derbarê bi bargirjiyên vê dawiyê ya di navbera artêşa Tirkiye û PKK, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê şer û tundutîjiyê bi rêyekî guncaw nizanê û hana her dû aliyan dide ku vegerin ser bingeha proseya aştî û danustandinê û sûd ji vekirin û proseya siyasî werbigrin.Hêjayî gotinêye li vê hevdîtinê de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Back to top button