CîhanPolîtîk

Barzani: Kurd dixwazin bi rêya aşitiyê bighin mafên xwe

Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pirmam pêşwazî  Bayozê Brîtanya yê Iraqê Frank Baker û şanda pê rekir. Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û taybetî li ser pirsa referandumê û pêwendiyên Bexda û Hewlêr hate sekinandin.Herweha di hevdîtinê de behsa rewşa ewlehî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de hate kirin. Ji aliyek din cureyên pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda û pirsa pêkanina referandumê di 25. Îlonê de hate zelalkirin.Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran hebin.

Back to top button